MÊRSÎN - Cotkarên ku ji bo fealiyetên xwe yên çandiniyê bidomînin, ji neçarî ji bo krediyan serî li bankayan didin, li hemberî maliyetên zêde neçar dimînin ku bi erzanî berhemên xwe bifiroşin. Nêzî 12 hezar dekar zeviyên gelek cotkarên ku mehkûmî krediyan hatin kirin, ji aliyê bankeyan ve hatine desteserkirin.
Li Tirkiyeyê, ji ber polîtîkayên çandinî û înşeatê her sal bi hezaran dekar erazî bi betonarmeyê tên tunekirin. Li gel vê ji ber bêîstikrariya navxweyî û derve jî bi hezaran cotkar tên mexdûrkirin. Cotkarên ku ji bo fealiyetên xwe yên çandiniyê bidomînin ji neçarî serî li krediyên bakeyan didin, li hemberî maliyetên zêde berên ku hilberandine bi buhayên zaf kêm difiroşin û bi vî pereyê bi dest dixin hema bêje nikarin kerdiyên bankeyan bidin. Li Tirkiyeyê herî zêde cotkar serî li bankeyên Zîraat, Vakif, Îş, Deniz û Akbankê didin. Ji 2015'an ve herî kêm 658 cotkarên ku kredî ji van bankeyan kişandine, heta niha nêzî 12 hezar dekar eraziyên wan rastî kirraiyên hêczê hatine û ev erazî bi usûla îhaleyê berpêşî firotinê hatine kirin.
LI AYDINÊ 94 COTKAR MEXDÛRÊ KREDIYAN E
Ji ber deynên krediyan li Edeneyê 600 dekar ereziyên aîdî 21 cotkarî, li Afyonê 550 dekar eraziyê aîdî 60 cotkarî, li Enqereyê 300 dekar eraziyê aîdî 18 cotkarî, li Antalyayê 400 dekar eraziyê aîdî 24 cotkaran berpêşî firotinê hatine kirin. Lê herî zêde li Aydinê ev mexdûriyet pêk hatiye ku hezar û 200 dekar eraziyên aîdî 94 cotkaran ji aliyê bankeyan ve berpêşî firotinê hatine kirin. Her wiha li Balikesîr, Baybûrt, Bîlecîk, Bûrsa, Hatay, Mêrsîn û Yozgatê jî hezar û 500 dekar eraziyên aîdî 198 cotkaran ji aliyê bankeyan ve hatine hêczkirin.
HERÎ ZÊDE ERAZIYÊN AÎDÎ RIHAYIYAN HATINE HÊCZKIRIN
Li Rihayê 2 hezar û 100 dekar eraziyên aîdî 48 cotkaran, li Wanê hezar û 800 dekar eraziyê aîdî 12 cotkaran, li Eskîşehîrê hezar û 150 dekar eraziyê aîdî 65 cotkaran û li Erziromê hezar dekar eraziyên aîdî 42 cotkaran hatine hêczkirin.
'COTKAR PÊŞ XWE NABÎNIN'
Yek ji cotkarên mexdûr Çetin Can, anî ziman ku di sala 2013'an de wî 630 hezar TL kredî ji Bankeya Zîraatê kişandiye, ji bo deynê xwe bide ketiye nav lepê selefxuran û got, wî 390 hezar TL pere daye bankeyê, lê krediya bankeyê bûye milyon û 160 hezar TL. Can, diyar kir ku ji bilî xebitandina bi bankeyan re tu çareyeke cotkaran tune ye û got, niha ew bi tu awayî pêşiya xwe nabîne û her wiha wek wî bi sedan cotkar hene. Can, diyar kir ku ji ber vê ew nikare erdê xwe biçinîne û her wiha niha nikare li darên ku çandine jî binihêre. Can, diyar kir ku Alîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş soz daye ku ew ê pirsgirêka di navbera cotkar û bankeyan de çareser bikin, lê belê ji Sibatê heta niha tu tişt nehtaiye kirin û sozê xwe bi cih neanîne.
Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Çandiniyê ya Mêrsînê Cengiz Gokçel jî, diyar kir ku ji ber cotkar bi berên datînin xesarê dikin, tim serî li deynan didin û got, di bingeha vê pirsgirêkê de polîtîkayên çandniyê yên Tirkiyeyê hene. Gokçel, anî ziman ku li hemberî maliyetên zêde ji bilî krediyên bankeyan tu çareyeke cotkaran namîne û got, ji ber cotkar xesarê dikin tu mîsgoriyeke wan namîne. Gokçel, dest nîşan kir ku ji bo xesara cotkara ji holê rabe pêdivî bi piştevaniya hîbeyî heye û got, divê polîtîkaya çandiniyê beriya her tiştî polîtîkaya dewletê ya sereke be û ji bo cotkar hilberîniyeke mîsoger bikin divê çandiniyeke berdewamiyî bê kirin.
Ahmet Kanbal - dîhaber