‘Meseleya Tirkiyeyê ne aborî ye, polîtîk e

ENQERE/STENBOL - Aborînasên ku zêdebûna dovîzî, westadriya çerxan, zêdebûna bêkarîtiyê niraxndin dest nîşan kirin ku, ji bo bandorên neyînî yên têkildarî aboriyê ji holê rabin, rêz û hurmeta ji bo huqûq, daraza serbixwe û çapemeniya azad şert e.

Bankeya Navendî li gel “çewisandineke siyasî ya zêde” ku li ser wê ne, ji bo bêqîmetbûyîna TL ya li hemberî dolar rawestîne çeka xwe yî zêdebûna faîzê bi kar anî. Lê belê zêdebûna faîzî ya bi qasî 50 puanî jî, şewata dovîzê netefand.

Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez ê biryara mecbûrî ya Bankeya Navendî ji dîhaberê re nirxand wiha got: “Bi kêrî tiştekî nehat, çimkî mesele tenê bi rîskên aborî re ne eleqedar e. Li Tirkiyeyê prisgirêkên polîtîk û rîkên herêmî hene. Ev rîsk her diçe zêde dibin.”

Sonmez balê kişand ser girtina Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û wiha got: “Ji aliyê sermayeya biyanî ve rîsk yekpare ne; aborî, polîtîk, jeo-polîtîk. Hûn bi tenê bi zêdebûna faîzê, niakrin tevdîrên aborî bigirin. Li gel zêdebûna faîzê jî biyanî diçin. Zêdebûna fazîê vegerînekê li TL nake. Çimkî, dawî li sepandinên derhuqûqî nayine. Divê rîskên polîtîk bên kêmkirin.”

'WÊ BIRYAR BANDOREKE NEYÎNÎ BIDE DER’

Sonmez difikire ku, çawa biryara Bankeya Navendî zêdebûna dovîzî ranewestand, wê sariyekê jî li aboriyê peyda bike û wiha got: “Biryara faîzê pêl bi pêl belav dibe. Li krediyên xerîdaran peyda bibe, wê xerîdarî kêm bibe. Wê hemû têkiliyên bazirganiyê, daxîne.”

Sonmez bi bîr xist ku, Serokomar Erdoganî “kêmkirina faîzan” diparêze û wiha axivî: “Niha dibe ku bibêje ‘ez mafdar dreketin.’ Lê ne wisa ye. Divê kesek jê re vebêje, mesele ne aborî ye, mesele polîtîk e.”

DIBE KU DOLAR HÊ ZÊDETIR BIBE

Sonmez difirkire ku, têkiliyên bi Sûriyeyê, biryara Parlementoya Ewropayê wê rojên pêş bandorê li dovîzê bikin û dibe ku dolar zêdetir jî bibe. Sonmez wiha nirxand: “Ji bilî pevçûnên herêmî, heke her du dewlet werin rû hev, wê encamên wê yî aborî giran bin. Tenê her du dewlet nayên rû hevdu. Wê mutefîkên Sûriyeyê jî bê alî nemînin.”

Sonmez herî dawî diyar kir ku, ji bo Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe divê hem li derve û hem jî li hundir, polîtîkaya aşitiyê bisepîne û wiha got: “Divê rêz û hurmeta ji bo huqûq, daraza serbixwe û çapemeniya azad hebe.”

‘HIKÛMET LI PÊYÎ BIRYARÊN KU WÊ KRÎZÊ KÛRTIR BIKE YE'

Alîgirê Hevserokatiya HDP'ê yê ji Aboriy Berpirsiyar Sezaî Temellî diyar kir ku, têkildarî vê biryara PE'yê ya demoborî wê geşedanên aboriyê yekser bandorê jê bigirin û got, bi awyaekî giştî ji xwe aboriya Tirkiyeyê di nav krîzekê de ye û her diçe ev krîz kûrtir dibe. Temellî dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê wezîrên ji aboriyê berpirsiyar, pispor, serokwezîr û serokomar bêyî ahyê wan jê hebe, li pêyî biryarên ku wê aboriyê ber bi krîzeke kûrtir ve bibin.

‘PIŞTÎ BIRYARÊ WÊ PIYASE REFLEKSÊ NÎŞAN BIDIN'

Temellî dest nîşan kir ku, wê piştî biryarê piyase refleksê nîşan bidin û mudaxileyên Bankeya Navendî yên ji bo kêmkirina bertekan jî bi bîr xist ûw iha got: "Ev mudaxile di asasê xwe de, têkildarî lawaziya hêza mudaxileyî ya Bankeya Navendî ye jî. Ev mudaxileyên ku îktîdara AKP'ê ji bo piştevaniya siyaseta wê yî aborî bikin afirand, a rast destê Bankeya Navendî jî lawaz dike. Têkildarî vê em dibînin ku, li Bankeya Navendî, li xezîneyê û hemû saziyên sereke deraqiliyek serwer e."

Temellî krîzên 1994 û 2001'ê jî bi bîr xist û got, dive ku di vê pêvajoyê de jî heman rewş pêk bê.