STENBOL - Ji parêzerên Koma EŞÎTÎZ Gokçeçîçek Ayata got, divê li 103'yemîn maddeya TCK'yê ya rê li ber zewaca zarokên keç ên 12 salî vedike ev bê zêde kirin: "Zaroka/ê di biniya 15 saliyê de rizaya wê/î ya/yî tevgera zayendî nepêkane."
Sererastkirina ku di raya giştî de wek "pêşnûmaya îstîsmara zayendî" tê zanîn, ji ber rastî bertekên civakê hat pêşî li Komîsyona Edaletê ya TBMM'yê bi paş ve hat kişandin û dawiyê hat hilawistin, bi têkoşîna rêxistinên jinan bi paş ve gav avêt. Lê belê rêxistinên jinan ên qîma xwe tenê bi vekişandinê neanîn difikirin ku, 103'yemîn maddeya Qanûna Cezayê Tirk (TCK) di bi navê "bihevrebûna fiîlî" rê li ber zewac û îstîsmara zayendî ya zarokên di navbera 12-15 salan vedike.
Ji parêzerên Koma Jinan a Şopandina Wekheviyê (EŞÎTÎZ) Gokçeçîçek Ayata wateya vê maddeyê û encamên wê bi xwe re derxîne holê vegot.
Ayata diyar kir ku, pirgirêka di pêşnûmayê de ew e ku, îstîsmara zayendî ya zarokên di navbera 12-15 salan de wê bê ceza bimîne û wê rê li ber rîska ku ev zarok di temenên biçûk de bên zewicandin vedike. Her çiqas pêşnûma li ser kaxezê temenê rizayê wek 12 salan xwanê neke jî, di asasê xwe xetereya ku wê ji bo van zarokan li rêya rizayê bêgerîn di xwe de dihebîne.
'DIVÊ LI 103'YEMÎN MADEYA TCK'YÊ 'RIZAYA ZAROKÊN DI BINIYA 15'AN DE TUNE YE' BÊ ZÊDEKIRIN'
Ayata dest nîşan kir ku, rizaya zarokê di biniya 15 salan de tune ye û tesdîqkirina malbatê jî wê ser sûc nenixumîne û got, piştevanî û destkefiyên jinan ên têkildarî ji komîsyonê paşvekişandina pêşnûmayê hêvî zêde kirine. Ayata diyar kir kuî divê dev ji têkşînê neyê berdan û got, di sererastkirina nû ya ku wê bê kirin de, divê ewil li 13'yemîn maddeya TCK'yê ji bo tevgera zayendî rizayê zarokên di biniya 15'an de tuneye bê zêdekirin. Ayata diyar kir ku, heke her du aliyên bûyerê jî zarok bin, wê demê kesên ev zarok ber bi vê tevgerê ve hêl kiribin divê bên cezakirin û anî ziman ku, bereksê vê dibe ku bi hincetên wek kevneşopî, edet, referansên olî hwd. zarokan bi "zorê" ber bi zewacê ve hêl bikin.
‘DIVÊ ZEWACA DI TEMENÊN BIÇÛK DI QANÛNAN DE WEK SÛC BÊ DÎTIN'
Ayata dest nîşan kir ku, divê zewaca bi zorê ya di temenên biçûk di Qanûna Cezayî de wek sûc bê sererastkirin û têkildarî tiştên ji bo parastina zarok û mafên wan de wiha rêz kir: "Kesên mahra zarokan a olî bibire, ên zarokan bi zorê ber bi vê ve hêl bike, teşwîq bike û peywirdarên cemaweriyê yên beşdarî van merasîman bibin, divê bên cezakirin. Ji bo rewşên wiha bên şopandin, divê li seranserê welat ji bo hemû mahrên fermî bên qeydkirin, divê pergalek bê avakirin. Divê bênavber perwerdehiya 12 salan hebe û divê zarok di pergala perwerdehiyê de bên şopandin. Bi vî awayî wê hem zarok ji mafên xwe yî perwerdehiyê neyên mehrûmkirin û wê hem jî rê li ber zewaca di temenên biçûk de bê girtin." Ayata herî dawî got, heta daxwazên têkildarî zarokan pêk bên ew ê têbikoşin û ew ê şopdarê guhertinan bin.