STENBOL- Sinyalên krîza aborî ji niha ve kargehên biçûk diqilqilîne. Piştî girtinên li pêyî hev, li Kolana Îstîklalê niha jî îflas û destguherandina esnafan di rojevê de ye. Gelek esnafan got, ew bêyî sifteh derabeyên xwe digirin û hin jiw an jî diyar dikin ku, ew nikarin heqê karkerên xwe bidin.
Zêdebûna Dolar û Eûro, li gel rawestandina çerxên sanayiyê dibe sedma bêkarîtiyeke zêde, ku ev rewş êdî ji aliyê îktîdara AKP'ê ve jî nayê veşartin. Li gor îstatîstîkên meha îlonê yên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB), kargehên biçûk yeko yeko deriyên xwe diqefilînin. Li gor vê di meha cotmehê de ya ku herî zêde balê dikşîne jî, zêdebûna hejmra esnafn biçûk û kargeha ye. Li gor meha îlonê hejmara girtina kargehên biçûk ji sedî 82.70 zêde bû. Her wiha esnaf û xebatkarên li Kolana Îstîklalê ya Taksîmê jî, ji rewşê ne diqilqilin û neçar mane.
'EM BI FIROTINÊN JI RÊZÊ DERÎ DIGIRIN'
Kargêrê mexazeya cilûbergan Ayhan Bûlût diyar kir ku, dîmena aboriyê bandoreke zêde lie snafên biçûk dike û wiha axivî: "Em bi firotinên ji rêzê derî digirin, hûn dibînin em hatine vê noqteyê. Li vir hevalê me ji neçarî dikana xwe vala kir, çimkî nikaribû kirêya xwe bide. Bacên xwe nedabû." Bûlût sala çûyî û niha berawirdî hev kir û wiha got: "Sala çûyîn van rojan bi qasî 400-500 TL'yî cîroya me hebû, lê niha ev daketiye 150 TL yî. Li ber deriyê me bombe teqiya. Rewşa Dolar li holê ye. Ji ber vê firotina me pir ket. Berê mirov şa dibûn, dixwarin, vedixwarin, lê niha ev tune ye. Xetereya ku em jî bigirin heye, ez difikirin ku ez ji bankayê krediyê bikşînim."
'KIRÊ JÎ KETIN'
Emre Gucîn ê mexazeya cilûbergan dixebitîne jî diyar kir ku, ji ber piyaseya tekstîlê li ser dolarî digere, zêdebûna dolarî bandoreke zêde lê kiriye. Gucîn anî ziman ku, hêza kirînê ya kirîgeran kêm bûye û bi heman awayî raxbet jî kêm bûye û wiha got: "Li gor sala çûyîn, ji hezarî yekê jî em nakin. Ji sibehê heta êvarî em vala rûdinên." Guc