Kanên xîzê yên qaçax xeteriyê diafirînin

ÇEWLIG - Kanên xîzê yên li Çewligê bi awayekî qaçax tên vekirin, hem ziyanê dide zeviyên çandinê hem jî ziyanê dide xwezayê.

Kana xîzê ya qaçax a ku li ser qadek 400 metreyê li gundê Çeltîksuya Çewligê hatiye çêkirin, ziyanê dide zeviyên çandiyê û xwezayê. Her wiha kana xîzê dihêle ku newalen gund hişk bibin û dibe sedema zihabûna axê. Welatiyên herêmê jî dixwazin demildest ev kan bê girtin. keyayê gundê Çeltîksuyu yê 500 kes lê dijîn Yuksel Gurdegîr ziyana ku kana xîzê dide herêma wan vegot.

'ŞÎRKET XÎZA QAÇAX DERDIXIN'

Gurdegîr, da zanîn ku kan ev 4 salin dixebitin, şîrtek bi awayekî qaçax xîzê derdixin û wiha got: "Kanên xîzê ji aliyê Îdareya Taybet ve tên destnîşankirin, ji bo xîz bê derxistin tenê donimek hatibû dayîn lê şîrket ji bejahiya Sancak a gundê Sîmsorê destpê kirin heta navçeya Dara Hênê bi awayekî qaçax xebatan didin meşandin. Ji ber vê kanê em nikarin baxçeyên xwe av bidin û sewalên me jî êdî cihekê ku av jê vexwin nabînin. Bi kana xîzê re berê ava guhertin. Dê ev bibe sedema lehiyê. Karên Avê ya Dewletê ji bo pêşiya lehiyê bigire seta ewlehiyê çêkir. Divê 25 mîlometreyan nêzî vê setê xebatek neyê kirin, qedexe ye lê ev şîrket heta binê setê hatiye û dixebite. Ji ber kul i xîzek baş heye."

'GOTIN KU ÎDARA TAYBET DESTÛR DAYE'

Gurdegîr, anî ziman ku ji bin stûnên pira ku ji bo balefirgehê hatiye çêkirin jî xîz derxistin û wiha pêde çû: "Li gorî qanûnên riyan, divê yek kîlometre nêzî wê xebatek neyê meşandin. Heta binê stûnên pirê jî dixebitin. Pire heya du salan xwe nagire dê hilweşe. Dema em li dijî şîrketan derdikevin dibêjin Îdareya Taybet destûr daye wan. Dibêjin 'em kuderê bixwazin em ê ji wir xîzê derxînin' ji ber vê ez çûm Îdareya Taybet gotin wan destûrek wiha ne daye wan. Wekî şêniyên gund em kanên xîzê naxwazin. Bila bi hevsengiya xwezaya me nelîzin û xira nekin. Ji Sîmsorê heya Dara Hênê, nêzî 10 kanên xîzê hene. Dewlet ser sal bi navberan 500 metre îhaleya kanên xîzê derdixîne. Vê ji bo rantê dike. Bi vê re xwezaya me jî dikujin. Tiştekî bi navê xweza ne hiştine."
'KANÊN XÎZÊ NEWAL HIŞK KIRIN'

Gurdegîr, bi lêv kir ku ger ev xebatên qaçax berdewam bikin dê sewalkarî û hilberîn zirarek mezin bibînin û wiha axivî: "Ji bo kanên xîzê yên ku 400 metre durî gundin bên girtin me serî li gelek cihan da lê me ji rayedaran tu bersivek ne girtiye. Şîrket ji zeviyên çandiniyê jî xîzê derdixin. Li gundê xwe em van kanan qebûl nakin. Tu mafê wan tune ye ku mirovên me mexdûr bikin. Ji ber kanên xîzê newalên me zuha bûne. Bila berpirsyar pêngavên pêwîst biavêjin."