Zehmetiya wê zêde ye, lê qezenca wê kêm e

EDENE - Li Ceyhanê, jinên ku bi berhevkirina bermayiyên fisteqan debara xwe dikin, anîn ziman ku kar zehmet e û qezenca wê kêm e. Jinan got, pereyê zêde kesên ew dibin ser erd û bazirgan qezenc dikin.

Li Ceyhana Edeneyê, jinên bi berhevkirina bermayiyên ji fisteqan debara xwe dikin, gotin karê ew dikin zaf zehmet e û qezenca wê kêm e. Di meha Îlonê de piştî xwediyên zeviyan fisteqê xwe berhev dikin, jin jî bermayiyên van fisteqan berhev dikin û li ser banê xaniyan wan hişk dikin. Di meha adarê de jî wan xwê dikin, diqelînin û paşê jî difiroşin.

'EM PÊ DEBARA MALA XWE DIKIN'

Delîla Bayir (55) a bi salan vî karî dike, anî ziman ku li gor qalîteya xwe ev fisteqan difiroşin bazirganan û got, bi pereyê bi dest dixin ancax dikarin pêdiviyên mala xwe pê bikirin.

Kumriye Oztaş jî, diyar kir ku ew û zarokên xwe vî karî dikirin û got, ew serê her çewalekî jî 10 lîreyî didin kesê wan dibe ser erd. Oztaş wiha behsa zehmetiyên vî karî kir: "Em axê dikolin, fisteqên li ser axê an jî di bin axê de berhev dikin. Ji ber zaf zehmet e, em zêde diwestin. Em kîloya fisteqên biqalîte di navbera 7-8 TL'yî de difiroşin. Her ku qalîteya wan kêm bibe buhatê wan jî kêm dibe. Heta 2 TL'yan jî dikeve. Karekî zehmet e û qezenca wê kêm e."

Oztaş, diyar kir ku ev fisteq di hin cureyên şîraniyan de jî tên bikaranîn û got, fisteqên tên qelandin jî wek çerezan tên xwarin. Oztaş wiha axivî: "Bi erzanî ji me dikirin, bi buhayekî zêde difiroşin. Em beramberiya keda xwe nastînin."

Hamdullah Kesen - dîhaber