Krîza genim didome: Rusya Tirkiye tawanbar kir

AMED - Di navbera Enqere û Moskova de piştî krîza firengan derket niha jî krîza genim dest pê kir. Tirkiye ji ber ku Rûsya freng û xiyaran ji wê nakire bac ji sedî 130 zêdekir. Wezîrê Çandiniyê yê Rûsyayê Sergey Levin,diyar kir ku Tirkiye kuralên Rêxistina Bazirganiya Cîhanê (DTO) îhlal dike.

Krîza di navbera Tirkiye û Rûsya ya bazirganiyê berdewam dike. Piştî krîza firengan a di navbera Tirkiye û Rûsya de vê carê krîza genim, freng û xiyaran dest pê kir. Piştî Tirkiye baz û vergiya firengan ji sedî 130 zêde kir û qedexeya fîîlî danî ser Tirkiyeyê krîz zêde bû. Cîgirê Wezîrê Çandiniyê yê Rûsyayê Sergey Levin, bertek nîşani helwesta Tirkiya da û diyar kir ku Tirkiye pîvenên Rêxistina Bazirganiya Cihanê (DTO) îhlal kiriye.

Levin, anî ziman ku Tirkiye hemû piyasa ereb û rûsya pêça û wiha got: "Piştî 15'ê Adarê Tirkiye bacara berhemên xwe ji sedî 130 zêdekir."

Midûrê Giştî yê Enstîtuya Piyasa Çandiniyê Rilko, diyar kir ku di destpêka demalê de di tîrmeha 2016'an de heta nava adarê Rusya ji Tirkiye 50 hezar ton genim stend. Piştî vê yekê sevkîyat ji sedî 44 kêm bû.
Li gorî daneyên Ewlehiyê û Kalîteya Zexîre ya Federal ji destpêka sezonê heta 13'ê Adarê Tirkiye 2.1 milyon ton genim û 421 hezar ton kuspeyê gulberoşan şand. Di navbera 7-13'ê Adarê de jî asta hemû zexîreyan ji sedî 44 kêm bû û daket 107 hezar tonî.

RÛSYA TENÊ BAZARA ME NE TIRKIYE YE


Li aliyêdin Berdevkê Çapemeniya Serokê Rusya Dmitri Peskov,anî ziman ku piyasa wan a zexîre ne tenê Tirkiye ye û gelek bazarên wan ên din jî heye