Zeytunê Gemlîkê tune dibe!

BURSA - Zeytunê Gemlîkê ku tehma wî gelek xweş e di pevajoya ku hilberîner tiştekî qezenc nakin, bikir jî tehmê nabînin de ye. Helberînerê zeytunê Gemlîkê Mustafa Bektaş wiha got: "Zeytunê Gemlîkê ber bi mirinê ye. Em jî ji bo xwe xilas bikin an fêlbaziyê bikin an jî bêyî ku qezenc bikin bisekinin."

Zeytun ê ku tehma li ser sifreyan e, bi rûnê xwe ve tehmê dide xwarinan û di heman demê de bi sabûna xwe ve jî cermê mirov nû dike. Navçyea Gemlîkê ya Bursayê ku ku bi zeytunên xwe ve navdar e ji ber projeyên şaş ên dermankirina zeytunan bi tunekirina tehma xwe ve rû bi rû ye. Zeytunê Gemlîkê ku bi tehma xwe navder e di pêvajoya ku hilberîner tiştekî qezenc nakin, bikir jî tehmê nabînin de ye.

Welatiyê bi navê Mustafa Bektaş ê ku bi salan e hem hilberîneriya zeytunan dike hem jî difiroşe têkîldarî hilberîna zeytunan agahî da. Bektaş got ku ji meha mijdarê pêve dest bi komkirina zeytunan dikin, karkeriya zeytunan gelekî zehmet e û karekî mirovan diwestîne ye. Bektaş anî ziman ku zeytunên ji bo rûn û yên ji bo sifreyan ji hev tên cudakirin û bi vî rengî diçe kargehan. BEktaş wiha axivî: "Zeytun selekî pir çêdibe, saleke kêm dibe. Zeytunê ji bo rûn biçûk in, yên ji bo sifreyan mezintir in."

BEktaş da zanîn ku zeytunên Gemlîkê piranî mezin in û ji bo sifreyan in û wiha berdewam kir: "Li her derê zeştunê Gemlîkê dinivîsînin lê her zeytun ên Gemlîkê nînin. Divê dewlet kontrol bike. Ji ber ku ji vir şitl diçin, zeytunê li Hatayê tên hilberaandin jî wekî zeytunê Gemlîkê tê firotin. Divê pêşiya vê bê girtin."

'ZEYTUNÊ GEMLÎKÊ TUNE DIBE'

Bektaş destnîşan kir ku niha firotn zeytunan pir kêm bûye û kargehên mezin jî bi stokên xwe dixebitin, hilberînên wan di destên wan de ma û wiha got: "Em dem, serdemeke di navbera zeytunên kevn û yên nû de serdemeke derbasbûnê ye. Zeytunên kevn hinekî buha ye. Ji ber vê yekê kar kêm bûye. Hilberînên nû ji ber ku şertên veşartinê tuneye erzan tê firotin. Par li Akhîsarê zeytun tunebû me baş firot. Niha toptanfiroş diçin wir erzan dikirin û stok dikin. Ji ber ve yekê karê me jî kêm dibe. Zeytunê Gemlîkê ber tunebûnê ye. Em jî ji bo xwe xilas bikin an fêlbaziyê bikin an jî bêyî ku qezenc bikin bisekinin."

'GUBREYA SUNÎ QEWÎNIYÊ KÊM DIKE'

Hilberînerê bi navê Bahrî Umman jî diyar kir ku ji bo ji dareke zeytunê baş hilberînê bigirin herê kêm 6 sal pêw^sit e û wiha berdewam kir: "Darên zeytunê divê her tim bên merkirin û gubreya heywanan lê bê reşandin. Ji bo hilberîneke baş bê girtin divê baş bê merkirin û gubreya xwezayî bê bikaranîn. Dema ku gubreya sunî bê bikaranîn tehma zeytunan xweş nabe."

'JI BO RIYAN BI HEZARAN DARÊN ZEYTUNAN HATIN QETILKIRIN'

Umman diyar kir ku êdî hilberîner nikarin qezenc bikin, derdê wan ew e ku hilberînên di destên xwe de bifiroşin. Umman da zanîn ku hikûmet dema ku projeyên riyan çêdike baxçeyên zeytunan li ber çavan nagire û bi vî rengî bi hezaran darên zeytunê hatin qetilkirin. Umman ev agahî da: "Îro li Gemlîkê ji ber riyên hatine çêkirin û çavkaniyên avê yên hatine vekirin li baxçeyên zeytunan bi hezaran dar hatin qetilkirin. Ev jî bûye sedama ku hilberîna zeytunan kêm bibe û hilberîner jî tengasiyê bikişînin."

Elîf Çetîner - dîhaber