Krîza aborî bandora neyînî li karkerên çandiniyê dike

EDENE - Karkerên çandiniyê yên ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandora neyînî li ser wan dike diyar kirin ku nikarin pereyên xwe bigirin û keda wan tune tê hesibandin.

Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe zêdetir dibe û ev bandora neyînî li ser coktar û karkerên ku li zeviyan dixebitin jî dike. Cotkarê ku nikare hilberînên xwe bifiroşin nikarin pereyên karkerên çandiniyê jî bidin. Navbeynkarên ku di navbera coktar û karkeran de têkiliyan datînin jî diyar kirin ku di sektora çandiniyê re rewş her diçe xirab dibe.

Navbeynkarê bi navê Osman Kiliç diyar kir ku krîza aborî ya li welat tê jiyîn herî zêde bondorê li ser kedkaran dike, 14 sal in navbeynkariyê dike herû zêde îsa zehmetî kişandine. Kiliç destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên îxtidara siyasî cotkar û karker rojên dijwar dijîn û wiha berdewam kir: "Cotkar zirarê dike û ji ber uk nikare pere qezenc bike nikare pereyê karkeran bide. Dema ku pereyên karkeran jînedin em bi karkeran re pirsgirêkan dijîn. Jixwe karker di nava deyn de ne û dema ku pereyên karkeran nedin jî karker mexdûr dibin. Ji ber vê yekê navbeynkar nikarin pere bidin karkeran."

'KRÎZA ABORÎ BANDORÊ LI ME DIKE'

Navbeynkarê bi navê Muslum Dorun ê gotina "Cotkar ji bo zeviyê biçînin pere dibînin lê dema ku mijar tê li ser pereyê karkeran dereng dixe" bi kar anî got ku cotkar çekên demdirêj didin wan ew jî mecbûr dimînin pereyên karkeran dereng bidin. Dorun wiha axivî: "Carna beramberî çekan dernakeve. An jî dibêjin min îflas kiriye û ji ber vê yekê jî pereyê karkeran nadin. Dema ku em bi vî rewşê re rû bi rû dimînin hem em hem jî karker perîşan dibin. Sedema vê yekê jî krîza aborî ya heyî ye. Em dixwazin ev rewş bê sererastkirin."

'KEDA ME TUNE TÊ HESIBANDIN'

Serhat Baysal jî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin nedayîna heqdestê karkeran e û nikarin pereyên karkeran bidin. Baysal wiha axivî: "Cotkar gelek dereng pere didin me. Pereyê ku dereng tê dayîn jî hem me hem jî karkeran mexdur dike. Karker roja ku dixebite malbata xwe xwedî dike. Dema ku wê rojê pere negire malbat dê birçî bimîne. Divê heqdestê mirovan bê dayîn."

Karkerê bi navê Alîcan Dag jî diyar kir ku nikarin heqdestê xwe bigirin û wiha got: "Em ji ber ku nikarin heqdestê xwe bigirin pirsgirêkê dibin navbeynkarên ku me dibin. Bi mehan pere nadin me. Em jî mexdur dibin. Sibehê heta êvarê li zeviyan em dixebitin lê keda me tune tê hesibandin."