Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê tu hêviyeke wan tune ye

ANTALYA- Mutehîtan dest nîşan kir ku, sektora înşeatê jî nesîbê xwe ji krîza ku ji ber siyaseta derve ya dewletê jêderk dibe stendiye û wiha gotin: "Ji ber der barê pêşeroja Tirkiyeyê de tu hêviyên wan nemane, veberhênaniyê nakin."

Krîza dîplomatîk û aborî wek gelek sektoran bandorê li sektora înşeatê jî kiriye. Cevdet Çaglar ê 17 sal e li Antalyayê mutehîtiyê dike wiha got: "Maliyeta malzemeyên înşeatê zaf zêde ye. Par tona hesin hezar û 300 TL bû, îsal 2 hezar û 100- 2 hezar û 200 TL ye. Yanî zêdeyî ji sedî 40 zem xwariye. Ji ber krîza aborî buhayê hemû malzemeyên sektora înşeatê zêde bûn."

'ÎNŞEAT DIQILQIL E'

Çaglar, derpêş kir ku li gel zêdebûna maliyetan firotin jî kêm bûye û got, sala çûyîn buhayê daîreyan di navbera 300-400 TL'yî de bû, îsal ev buha daketiya 200-250 TL yî. Çaglar, dest nîşan kir ku hemû sektorên pêwendya wan bi ya înşeatê re hene diqilqilin û got, heke ev wisa bidomîne, dê welat ber bi îflasê ve biçe. Çaglar wiha axivî: "17 sal e di vê sektorê de dixebitim. Evqas sal di vê sektorê de me lê min tiştekî wisa nedîtiye. Niha di dest min de du avahî hene. Ji vana avahiyan tenê min 3 daîre firotine. Berê me bi zor û heft bela erse didîtin, lê niha bi sedan erse hene, lê belê mirov newêrin malan bikirin."

Çaglar, anî ziman ku kesên di sektora înşeatê de dixebitin beramberiya keda xwe nastînin û got, kardêrên ku di warê pereyan de tengijîne nikarin diravdayînê bikin. Çaglar, parast ku heke îktîdar vê polîtîka û siyasetê bidomîne, dê welat bi lez û bez ber bi devulasyonekê ve biçe û wiha domand: "Hêvîdarim mirov bermaberiya keda xwe bistînin û demildest dawî li vê krîzê bê."

‘VEBERHÊNANIYÊ NAKIN'

Mutehît Salih Demir jî, diyar kir ku di sala dawî de hema bêje firotin qet çênabe û got, ji ber wan berê peyman îmze kiriye divê înşeatên xwe yên nîvcomayî temam bikin. Demir, anî ziman ku kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, welat ber bi aloziyekê ve dibin û ji ber ji derveyê welat kes nayê firotin qet çênabe û got, xwecihên welat jî ji ber der barê pêşerojê de tu hvêiyeke wan tune ye, naxwazin pereyên di dest xwe de wek veberhênaniyê birazînin. Demir, ragihand ku 7 sal e ew vî karî dike û bi bîr xist ku, ji ber qewimînin li Tirkiyeyê biyanî nayên û ev bûye sedema serobinobûyîna aboriyê. Demir wiha domand: "Xwecihên welat ji ber nediyariya pêşerojê veberhênaniyê nake. Hêviya me biyanî bûn, lê ji ber polîtîkaya derve ya welat êdî ew jî nayên."