AMED - Jinên esnaf ên bal kişandin ser krîza aborî ya Tirkiyeyê, dest nîşan kir ku ji bo rewş baş bibe divê dawî li polîtîkayên şer bê. Jinan, diyar kir ku ji bo krîza aborî ji holê rabe, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Li Tirkiyeyê krîza aborî û têkiliyên navnetewî yên nebaş, pişta esnafan şikand. Jinên esnaf, diyar kirin ku her diçe rewş xerabtir dibe û gotin, ji bo vê ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Fatma Akay, anî ziman ku ji ber krîza aborî her kes serî rakiriye û got, gel li dijî birçîbûnê têdikoşe û wiha domand: "Xela rabûye hayê gel jê tune ye. Heke wisa bidome, dê milet ji bûrçîna bimire." Akay têkildarî referandûmê jî wiha axivî: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe û mirovahiyê, ji pêşeroja welatekî nekeve destê kesekî tenê û li dijî zilmê ez dibêjim 'Na'."
Ayşe Guzel a 3 sal e kerengan difiroşe jî balê kişand ser şerê heyî û dest nîşan kir ku, ji ber vê rewşa aboriyê nebaş bûye. Guzel, diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê demildest dawî li şer bê û got, li gor sala çûyîn hema bêje ji sedî sed her tişt zem xwariye. Guzel, dest nîşan kir ku kesên danûstendinê dikin ji ber zêdebûna buhayan tiştekî nakirin û got, zivistanê ji ber krîzê ew jî bi 500 TL'yî xisiriye. Guzel, anî ziman ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe ew ê di referandûmê de bibêje "Na".
Meyaser Erîklî ya eşyayên zicaciyeyê difiroşe jî, diyar kir ku 2 sal e rewşa aboriyê nebaş e û wiha got: "Milet ji ber zêdebûna buhayan gilî dikin. Ev ne di destê me de ye. Dema em bi 4'an dikirin mecbûrî em bi 5'an difiroşin. Çimkî buhayên piyaseyan zêde ne. Li temamiya Tirkiyeyê krîzek heye. Ji bi dawî ki vê krîzê bê divê em esnafên jin bibêjin 'Na'. Heke em nebêjin 'Na' dê ev tengasî berdewam bikin."
‘DÊ BI 'NA'YÊ REWŞA ABORIYÊ BAŞ BIBE'
Nedîme Çetînkaya (28) a nêzî 5 sal e li bazaran hêkan difiroşe jî, dest nîşan kir ku dema wê ewil dest bi firotina hêkan kiriye qoliya hêkan bi 5 TL'î bûye, lê niha qoliya wan bi 10 TL'î ye. Çetinkaya, da zanîn ku demekê qoliya hêkan bûbû 13 TL û wiha axivî: "Her tişt zem xwariye. Bi milyonan mirov betal in. Hem esnaf, hem jî kirîger mexdûrê krîza aborî ne. Ev wisa nabe. Hêvîdarim piştî referandûmê rewş baş bibe. Dê bi 'Na'yê rewşa aboriyê baş bibe."
‘JI BETALIYÊ RE 'NA''
Bedriye Aydemîr a zebzeyan difiroşe jî anî ziman ku ji ber bi gel re pere tune ye, nikare danûstendinê bike û wiha domand: "Berê kar û barê me zaf baş bû. Ji sibehê ve hîn min bi 8 lîreyî firotin kiriye. Salên berê min heta vê çaxê bi 100-200 lîreyî firotin dikir. Em nikarin firotinê bikin. Kes tiştekî nakire. Ez jî bûnama min ê bi vî buhayî tiştek nekiriyan. Krîza li Tirkiyeyê ancax bi aştiyê dikare baş bibe. Ji bi betaliyê, ji bo zarokên me yên belaheq û belasebeb ji kar hatin derxistin ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'."