MÊRSÎN - Bi zêdebûna Dolar û Eûroyî li Tirkiyeyê gelek sektor bi krîza aborî re rû bi rû ne. Fîrmayên li Sîteya Otomotîv û Galeriya Mêrsînê dest nîşan dikin ku, krîza aborî li sektora wan jî xistiye û wiha gotin: "Ev krîz her diçe kûrtir dibe."
Bi zêdebûna Dolar û Eûroyî re li Tirkiyeyê gelek sektor bi krîza aborî re rû bi rû mane. Her wiha piştî biryara Parlementoya Ewropayê ya bi awayekî demborî rawestandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re, tê payîn ku wê ev krîz zêdetir bibe. Li gel gelek sektorên wek înşaat, zexîre û emlakê yên bandor ji vê krîzê wergirtin, sektora otomotîvê jî nesîbê xwe jê girt. Li sîteya otomotîvê ya li Taxa Halkkentê ya Mêrsînê gelek fîrma, ji ber bêîstîkrariya li Tirkiyeyê û zêdebûna Dolarî, nikarin dan û stendina wesayîtan bikin. Di sektora otomotîvê de ji ber buhayê wesayîtan û baca zêde gelek fîrma nikarin kar bikin û ji ber krîza aborî li dijî hikûmetê bi bertek in.
'SEKTORA OTOMOTÎVÊ DI KRÎZÊ DE YE'
Xwediyê Hedef Otomotîvê Serdar Dogan got, rojên zehmet li benda Tirkiyeyê ne û wê krîz hîn kûrtir bibe. Dogan diyar kir ku, di sektora otomotîvê di warê dan û stendina wesayîtan de bac zêde ne û wiha got: "Ji bo wesayîtan baca OTV'ê (Baca Xerîdariya Taybet) pir bilind e. Yanî ji bo wesayîteke ku bi 40 hezar TL'yî li me bûye bar, 60 hezar TL bac tê xwestin. Her wiha dîsa baca wesayîtên motorî û sîgortayên trafîkê zaf zêde ne. Yanî sektora otomotîvê di krîzê de ye." Dogan dest nîşan kir ku, krîza aborî herî zêde li sektora otomotîvê xistiye û ji ber vê, daxwaza ji bo wesayîtan kêm e û wiha got: "Îro nêzî 1000 wesayît ketin sîteya galeriyê, lê ji vana bila herî zêde 6 heb jê hatibin firotin."
‘EM LI BENDA DAXISTINÊ BÛN, LÊ ZÊDE BÛ'
Xwediyê Kanşiray Otomotîvê Fesîh Kanşiray jî anî ziman ku, li gel nebaweriyeke aborî peyda bûye û diyar kir ku, ji ber zêdebûna dolarî kirîna wesayîtan kêm bûye. Kanşiray anî ziman ku, ji wesayîtan bi awayekî zêde baca sîgortayê tê wergirtin û wiha got: "Wesayîtek bi buhayê 8 hezar TL'yî, baca wê yî trafîkê salane di navbera 1700-2000 TL'yî de ye. Ji ber vê mirov xwe nadin ber dan û stendina wesayîtan. Em li bendê bûn ku bac û sîgortaya wesayîtan kêm bibe, lê dubare zêde bû."
'WÊ MIROV ÇAWA WESAYÎTAN BIKIRIN'
Xwediyê Aras Otomotîvê Mûrat Yucel jî got, ji ber li Tirkiyeyê bi giştî piyase sekinîne, firotina wesayîtan jî kêm bûye. Yucel ragihand ku, di demên dawî de OTV, sotemenî, sîgortaya wesayîtan hwd. zaf zêde bûne û wiha got: "Di demeke ku her tişt wisa zêde bûbe, wê mirov çawa wesayîtan bikirin." Yucel ragihand ku, berê di firotina wesayîtekê de nêzî 2 hezar TL qezenc dikir, lê belê niha bi zor û heft bela 500 TL'yî qezenc dike. Yucel dest nîşan kir ku, bi zêdebûna Dolarî re buhayê wesayîtan jî zaf zêde bûye û wiha axivî: "Îro piştî zêdebûna Dolarî, ji sedî 4 zem hat ser wesayîtan. Mînak, wesayîteke bi 280 hezar TL'yî piştî rewşa Dolarî ya dawî, bû 340 hezar TL. Di şert û mercên wisa de wê mirov çawa wesayîtan bikirin."