STENBOL- Krîza aborî ya hatiye ber deriyê Tirkiyeyê herî zêde bandorê li ser esnafan dike, welatiyan diyar kirin li dijî vê yekê rêbaza têkoşîne daketina kolanan û nerazîbûn nîşandan, li mafê xwe gerandin e.
Krîza aboriyê ya hatiye li ber deriyê Tirkiyeyê dike ku esnaf darabeyên idkanên xwe bigirin, veberdêrên biyanî jî yek bi yek welat diterikînin. Li aliyê din li hemberî bilindbûna dolar û euroyê TL roj bi roj qîmetê winda dike. Herî dawî jî Parlamentoya Ewropayê (PE) biryara bila muzakereyên bi Tirkiyeyê re bê rawestandin da ev jî fikara ku dê krîza aborî û polîtîk zêde bibe diafirîne.
Ji bo ku em bi esnaf û welatiyên ji krîzê bi bandor dibin re biaxivir derketin kolanan. Welatiyên ku me pirsa gelo ev krîza aborî dê çawa bandorê li ser jiyan, kar û malên wan bike tabloyekê reşbîn anîn ziman, Li ber Navenda Danûstendinê (AVM) welatiyên ku ji ber rewşa aborî nerazîbûnên xwe anîn ziman, bû sedema nerazîbên rêveberiya AVM'ê û em bi astengiya wan re rû bi rû hatin. Di wê navberê de welatiyan jî nerazîbûn nîşan dan. Welatiyan diyar kirin ku mijarên ku gel eleqedar dike jî destur nayê dayîn, tehamul nayê kirin ku bê nîqaşkirin û wiha gotin: "Ma çi zirara me heye?Çima ji bo kesên ku bernameya magazînê dikişînin desturê didin? Em li vir li ser aboriya ku derdê me yê esasî ye diaxivin."
Lİgel hemû astengiyan welatiyên ku me mîkrofonên xwe dirêjî wan kir krîza aborî çawa bandorê li ser wan dike vegotin. Leyla Ozmen a teqawît e yek ji kesên ku bûye şahidê krîza aborî ya 2001'an. Ozmen anî ziman ku wê demê kesên ku beramberî dlar mal kirîne gelek zepmetî kişandine niha jî dê rewşên bi vî rengî bên jiyîn, ew ê nikaribin ku lêçûnên keça xwe ya diçe zanîngehê bi cih bînin. Sevgî Ak jî di kirê de rûdinê, 3 zarokên xwe dide xwendin û karkerekî malê ye. Ak anî ziman ku hevjinê wê ye ku li kargehê dixebite di warê aboriyê de gelek zehmetiyan bikişîne û rojê lêçûna mutbaxê ku 50 TL ye heke krîzbê dê nikaribin wê jî bibînin.
'EZ NIKARIM KIREYA MALA XWE BIDIN'
Neslîhan Karaoglu ya ku 3 sal in kulîlkan difiroşe jî ji krîzê bi bandor dibe. Karaoglu bilêv kir ku rojê 150-200 TL qezenc dike lê niha jî ev ketiye 20-30 TL'î û nikare kireya xwe ya 550 TL bide. Karaoglu gotina "ger iwsa bidome em ê li kolanan bimîin" bi kar anî.
'WISA BIDOME EZ Ê DIKANA XWE BIGIRIM'
Hayrettîn Akdogan ê dikanekî wî yê biçûk heye jî diyar kir ku ji ber şerê li welat, têkçûna turîzmê û herî dawî jî bilindbûna dolarê esnafên biçûk gelek tengasiyan dikişînin û wiha berdewam kir: "Kar nîne, nikarin tiştekî bifiroşin. Em hatine rewşekî wisa. Tiştên ku em difiroşin têra kirê jî nake. Ger wisa bidome ez ê bi zorê kiraya xwe bidim. Wisa bidoma ez ê dikana xwe bigirim."
'DIKANÊN CÎRAN HEMÛ HATIN GIRTIN'
Hamît Kaya jî destnîşan kir ku mehaneya wî ya teqawîtê têra debara wî nake û li dikanekî biçûk titunê difiroşe. Kaya anî ziman ku dikanên ku cîranên w^ine hemûyan ji ber ku karê wan ne baş bûye yek bi şek girtine û wiha berdewam kir: "Dema ku wan girtin tiştên min jî nayên firotin ez jî bondorê li ser qesab û manawê dikim. Heke ez qezenc nekim nikarim tiştekî bikirim ev hemû girêdayî hev in. Ji ber aboriya têk biçe dê dîsa kedkar, karker, gel zehmetiyê bikişîne." Kaya got ku riya têkoşîna li hemberî vê yekê jî daketina kolanan, nerazîbûn nîşandan û lêgerîna mafên xwe ye.