Qezenca malbata 5 kesan a rojê 9 TL ye

DENÎZLÎ - Li Tirkiyeya ku sînorê birçîbûnê hezar û 480 TL ye, welatiyê bi navê Mustafa Saat ê nexweş ê dil e dîrekên ku davêjin çopan bi hors dişikîne, bi hesinên ku derdixe hewl dide debara malbata xwe bike.

Li Tirkiyeyê malbeteke ji 4 kesan pêk tê ji bo bi tendurist xwe xwadî bike mehê sînorê birçîbûnê hezar û 480 TL ye. Bi lêçûnên xwarinê re pêdiviyên avahî, cil, çûn û hatin, perwerdehî û tenduristiyê jî bi temamî sînorê xizaniyê 4 hezar û 823 TL ye. Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û betaliyê bi hezaran kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Yek ji wan jî wetaliyê bi navê Mustafa Saat ê 57 salî yê ku li bajaroka Yenîcekentê ya navçeya Buldanê ya Denîzliyê bi şikandina dîrekên ji çopan derdixe û dişikîne ye. Malbata Saat li malete 2 çaviyên wî heye dijîn û wiha dibêjin: "Em gelekî rezîl bûne. Tenê nanê tisî û hişt dixwin."

ROJÊ 9 TL QEZENC DIKE

Saat got ku her roj serê sibehê horsê xwe digire destê xwe û diçe ser çopan li vir dîrekên kevn dişikîne ji hesinên ku ji vir derdixe ve hewl dide ku debara xwe bike Saat wiha axivî: "Rojê 20-30 kîlo xurde top dikim. Rojê herî zêde 9 TL qezend dikim, mehê 270 TL dike." Saat diyar kir ku dema çop top dikir 2 caran krîza dil derbas kiriye ji bo ji birçîbûna nemirin xurde kom dike.

Saatê gotina "Em bi nanê hişt îdare dikin, tenê bi nanê hişt nîv têr niv birçî dijîn" bi kar anî wiha axivî: "3 zarokên min dixwînin. Ji ber ku pereyê min tunebû min nekarî kurekî xwe bişînim zanîngehê. Kurê min ê din jî mecbûr ma perwerdehiya xwe nîvcî bihêle. Nİha keça min diçe dibistana seretayî ji bo ku dev ji dibistanê bernede li çopan digerim û hewl didim ku pere bibim mala xwe. Carna nikarin hors rakim jî lê ji bo pereyê nanê xwe qezenc bikim her roj xwe didim zorê."

'JI PARSEKIYÊ BAŞTIR E'

Saat destnîşan kir ku li çopar komkirina hesinan gelke zehmet e û ji ber mîkrobên li çopan nexweş ketiye, sîgorteya wî jî tuneye ji ber vê yekê jî nikare tedawî bibe. Saat wiha got: "Ez ji bo malbata xwe divê vê yekê bikim. Ji parsekiyê baştir e. Ez pariyekî helal ji malbata xwe re dibim. Dema ku wan difikirim hemû êşên xwe ji bîr dikim."