Ji sedî 90'ê firingiyan di zeviyan de riziyan

ANTALYA - Li Tirkiyeyê ku her diçe krîza aborî kûr dibe hilberîner îsyan dikin. Hilberînkarê firingiyan Yasîn Bozkurt, diyar kir ku ji sedî 90 berhemên wan di destê wan de mayîne û bi hezaran ton berhemên wan di zeviyan de mane û dirizin.

Krîza aborî ya ku piştî têkiliyên Rûsyayê ber bi xirabûnê ve diçe, bi bilindbûna dolar û Euroyê her ku diçe kûrtir dibe. Piştî qedexeya îxracatê ya di 1'ê Çileya 2016'an de, zirara di sektora fêkî û zebzeyan de ji 500 milyon dolarî derbas kir, herî zêde Rojavayê Akdemîzê di îxracata fêkî û zebzeyan ku di firot Rûsya û Ewropayê zirar dît. Di navbera 1'ê Çele û 21'ê mijdara sala 2015'an de Antalyaya ku 207 milyon dolar îxracat firot Rûsyayê, îsal ji sedî 92 îxracata wê ket û bû 16,7 milyon dolar. Li Antalyayê 190 milyon windahî çêbû û dema em li hêjmara îxracata li Rûsyayê jî dinêrin dibînin ku ketina herî mezin di firingiyan de heye.

Gundiyên hilberîner diyar kirin ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û ger polîtîkayên şer bên guhertin dê rewşa aboriyê jî asayî bibe.

'JI BO GUHERTIN ÇÊBIBIN DIVÊ ÎKTÎDAR BIÇE'

Hilberînerê gulan Hayrettîn Ozçikar, daxuyaniyên hikûmetê yên 'aborî bi awayekî asayî çûyîna xwe didomîne' bi bîrxist û wiha got: "Hêjmar berovajiya vê nîşan dide. Ji ber pêşveçûnên derve û hundir, krîza aborî kûr dibe. Bi bilindbûna dolar re lêçûn ji sedî sed zêde bûne. Bi vê îktîdarê çûyîn nabe. Ji bo çûyîn bê guhertin divê îktîdar biçe."

'EM DIHIZIRIN KU EM Ê ÇI BIKIN'

Hilberîner Eyup Aruz, anî ziman ku cotkaran ala îflasê rakirine û wiha pêde çû: "Çîlek li gorî fêkiyên din kêmtir ji derve re tê şandin. Bi bilindbûna diwîzê re lêçûn zêdetir bûne. Sala bûrî piraniya çîlekên me di destê me de man. Piştre me firotin fîrmayên mezin ên wekî Danonê. Hilberînên me yên ku mayîn jî me li bazaran firotin. Bi hatina dema paletiyê de em dihizirin ka em ê çi bikin."

'COTKAR DI ÎSYANÊ DE NE'

Hilberînkarê firingiyan Yasîn Bozkurt da xuyakirin ku rageşiya polîtîkayên Tirkiyeyê yên bi Rûsya û Ewropayê re herî hilberîna firingiyan zirar dît û wiha domand: "Ji sedî 90 hilberînên me di destê me de man. Bi hezran ton li nava zeviyan bi rizîbûnê re rû bi rû hatine hiştin. Hilberîna ku me par bi 5 TL dida em îsal bi 2 TL didin. Dahatîyên me lêçûnên me pêşwazî nake. Ji ber wê cotkar di îsyanê de ne."

Bozkurt destnîşan kir ku berpirsyarên pirsgirêkên aboriyê îktîdara AKP'ê ye û wiha axivî: "Ligel ku pirsgirêkêm me yên navxweyî hene çûn xwe tevlî karên hundirîn ên Sûriyeyê kirin. Ev jî têrê nekir têkiliyên me yên bi Rûsya, Ewropa û welatên din re xira kirin. Ligel van hemûyan mesaya çareseriyê xirakirin û welat ber bi riya jêneveger ve diçe. Tenê riyek a derketina ji vê krîzê heye ew jî ew e ku divê demildest polîtîkaya welat bê guıhertin û zimanê aştiyane bê bikaranîn."