Bi masîvaniyê debara xwe dikin

ÇEWLÎG - Gundiyên ku li Çewlîgê ji mezinên xwe fêrî masîvaniyê bûne wiha gotin: "Em ji xwezaya dewlemend a Kurdistane sûdê werdigirin û debara xwe dikin. Pêwîstiya me bi karê dewletê nîne."

Li gundê Çeltîksuyu ya Çewlîgê welatî bi masiyên ku ji çemê Germîk Kurşun digirin debara xwe dikin. Gundiyên ku masîvanî ji mezinên xwe fêr bûne bi salan e vî karî dikin. Gundiyên ku ji bo masiyan bigirin ekîb ava kirine herî kêm 5 koman ava dikin. Sahdullah Guda (33) diyar kir ku ji zaroktiya xwe heta niha masiyan digire û masiyên ku digirin gelekî bi tahm e. Guda anî ziman ku mas3i li ava qirêj najîn û pêşniyar dike ku hemû kes bên gund û masiyan bigirin. Guda got ku ji ber betaliyê masî digirin û serê sibehê saet 04.00'an heta saetên nîvro masî digirin.

'PÊWÎSTIYA ME BI KARÊ DEWLETÊ NÎNE'

Guda destnîşan kir ku li Çewlîg û gundan masiyên ku digirin difiroşin û wiha berdewam kir: "Em ji kalên xwe fêr bûn. Em dixwazin karekî me hebe. Em li kû derê bixebitin hemû derî li ser me tên girtin. Dewlet derfetên kar nade. Dîsa polîtîkaya dewletê diyar e Alîgirên xwe digire kar. Ger ku daxwaza wî bi cih neynî ne av heye ne jî nan. Dewlet kar nede me jî em ê jî bi derfetên xwe ve debara xwe bikin. Dewlemendiyên Kurdistanê pir in. Şukur ji xwedê re pêwîstiya me bi dewletê nîne. Ji ber ku hewa sar in hinekî zehmet e lê bila be."

SERÊ SIBEHÊ DERDIKEVIN RÊ

Welatiyekî din ê bi navê Selahattîn Goyuk (36) jî diyar kir ku çavkaniya debara wan masîvanî ye û hefteyê 5 rojan masî digirin. Goyuk destnîşan kir ku rojê 50-100 TL qezenc dikin û ji 7 TL'î difiroşin. Goyuk sedeba serê sibehê berê xwe dayînê jî wiha anî ziman: "Masî serê sibehê bi hevre ne. Dema ku wisa ye jî em dikarin zû bigirin. Dema ku hewa germ dibe masî jî belav dibin."

'EM JI XWEZAYA XWE SÛDÊ WERDIGIRIN

Goyuk ê gotina "Yan em ê bi masivaniyê debara xwe bikin an jî biçin bajarên Tirkiyeyê bixebitin" bi kar anî wiha got: "Ev li şûna ku li înşeatan bixebitin li bajarên xwe ji dewlemendiyên xwe sûdê werdigirin. Em ji dewlemendiya xweza û axa xwe sûdê werdigirin. Tu kes serê sibehê ranebe û saet di 4'an de ranebe û naçe masî girtinê lê ji ber ku em mecbûr in radibin û diçin. Ji ber ku malzemeyên me kêm e em di nava avê de şil dibin. Ev jî dibe sedema nexweşiyê."