Esnafên Muzeya Mevlanayê: Kes nayê serdanê

KONYA - Her çi qas îsal têketina Muzeya Mevlanayê belaş be jî, esnafên li hawirdora muzeyê anîn ziman ku hema hema îsal hejmara turîstên ku tên vir nêvî nêvî ketiye. Esnafan li dijî krîza bi welatên Ewropayê re bertek nîşan dan û gotin, ew li ber îflasê ne.

Cihê ku dergaha Mevlana lê ye, ji sala 1926'an heta niha we Muzeya Mevlana serdana wê tê kirin. Berê rojê zêdeyî 40 hezar kes serdana muzeyê dikir, lê ev demeke ji ber krîza aborî û nediyariya siyasî bandorê li eleqeya ji bo muzeyê jî kiriye û wek berê kes serdana muzeyê nake. Her wiha îsal têketina muzeyê jî belaş e. Li gel vê jî, esnafên li Kolana Mevlanayê ne, tînin ziman ku îsal hema hema hejmara serdêran nêvî nêvî daketiye.

'TURÎZMA NAVXWEYÎ LI BER QEDANDINÊ YE'

Li dikanên li nêzî muzeyê bi piranî malzemeyên ji sifir, polyester, zîv, cam û krîstalê tên hilberandin û her wiha berên ku wêne û motîfên Mevlana li ser ên wek; tizbî, eşyayên seramîk tên firotin. Yek ji xwecihên Konyayê esnaf Servet Akkaş, 15 sal e li ser vê kolanê esnaftiyê dike. Akkaş, diyar kir ku sala çûyîn jî karê wan baş bû, lê belê îsal krîza aborî bandorê li wan jî kiriye. Akkaş, anî ziman ku hem turîstin xwecih û hem jî turîstên biyanî kêm bûne û wiha axivî: "Turîzma navxweyî li ber qedandinê ye. Ji ber zêdebûna dolar û tunebûyîna pereyên mirovan karê me zaf ketiye. Ji ber berên ji derveyî welat tên bi dolara ne, ev bi awayekî zêde bandorê li me dike."

Her wiha Akkaş, dest nîşan kir ku ji ber deynan gelek esnafan dikanê xwe girtiye.

HER ÇI QAS ÊDÎ TÊKETINA MUZEYÊ BELAŞ BE JÎ, LÊ KES NAYÊ

Esnaf Vahap Erceylan jî wiha bertek nîşan da: "Ji ber krîza aborî her kes mexdûr e." Erceylan ê bi destên xwe dikan nîşan dan wiha axivî: "Her kes dibîne. Ma hewceyî gotinê ye? Êdî em li kar û barên din digerin. Em dibêjin şekir heye. Em difikirin gelo em çi deynin cem wê dê balê bikişe, em li alternatîfa digerin. Heke ev jî nebe çare, em ê serî li riyên din bidin da em çawa bikaribin pereyan qezenc bikin."

‘400 TURÎSTÊN HOLLANDAYÎ GEŞTA XWE BETAL KIRIN'

Erceylan, anî ziman ku krîza di navbera hikûmet û Ewropayê de jî bandoreke neyînî li wan kiriye. Erceylan, diyar kir ku turîst geşta xwe betal kirine û wiha axivî: "Dê komeke turîstên hollandayî ya ji 400 kesî pêk dihat bihatana, lê belê geşta xwe betal kir. Bi taybetî jî çînî dihatin, êdî ew jî nayên. Pir hindik kes tên, lê ew jî bêyî li derdorê binihêrin diçin. Ev jî me ber bi îflasê ve dibe."