BÛRSA - Bi krîza aborî re buhayên gubre û mazotê jî her diçe zêde dibe. Buhabûna gubre û mazotê bandoreke neyînî li çandiniyê dike. Niştecihên gundê Atlasê yê girêdayî navçeya Nîluferê jî nesîbê xwe ji vê krîzê wergirtine.
Niştecihên gundê Atlasê yê girêdayî navçeya Nîluferê ya Bûrsayê, ji ber zemxwarina gubre û mazotê ya bi krîza aborî re her diçe zêdetir dibe gilîdar in. Gundiyan, anî ziman ku ji ber van zeman êdî ew nikarin çandiniyê jî bikin û xwestin demildest dawî li van zeman bê. Gundê ku demekê bi çîlek û tûtina xwe dihat nasîn, niha ji ber buhayên zêde yên gubre û mazotê êdî hêdî hêdî ji vê taybetmediya xwe dûr dikeve.
Keyayê gund Abdullah Arslan wiha got: "Di demên dawî de li gundê me êdî ne çîlke û ji ber sînordayîna kotayê ne jî tûtin xweşikî tên çandin." Arslan, dest nîşan kir ku di demên dawî de hajmara gundiyên ku çandiniyê dikin kêm bûye û got, ji bilî çend malabatan xweşikî kes hew çîlekan jî datîne.
‘BI ERZANÎ BIDIN'
Arslan, dest nîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê herî zêde bandorê li gundî û cotkaran dike û got, zemên hatine ser buhayên guber û mazotê pişta gundiyan şikandine. Arslan, anî ziman ku her diçe buha zêde dibin û ev rê li ber çandiniyê digire û wiha axivî: "Divê mazotê bi erzanî bifiroşin cotkaran. Çawa ku bi erzanî didin şaredariyan, divê bi vî awayî bidin cotkaran jî. Ji bo veberhênaniyeke baş divê ev bê kirin."
‘HEQÊ MESREFAN DERNAYÊ'
Arslan, dest nîşan kir ku wî sala çûyîn 30 donim çîlek danîne, lê çîlekên ku danîne heqê mesrefên xwe jî dernexistine û got, li gel buhayê gubre û mazotê, buhayê toximan jî zaf zêde ye. Arslan wiha bertek nîşan da: "Em bi 80 lîreyî toxim difiroşin, lê bi 150 lîreyî dikirin. Gubre û dermanên tên bikaranîn buha ne. Sala çûyîn gotin me baca gubre daxitiye, lê tu ferq çênebûye. Îsal jî heman tîştî dikin. Niha çewalê gubre bi 50 lîreyş ye."
‘EM TU TIŞTÎ JÎ QEZENC NAKIN'
Arslan, da zanîn ku tekane çavkaniya debarê ya gundiyan çandinî ye û got, ji ber rewşa çandiniyê jî nebaş e, gundî ji neçarî erdên xwe difiroşin. Arslan wiha domand: "Me bi qezenca tûtina ku datanî dawet dikirin, mal çêdikirin, lê tu qezenc jê nayê. Tenê me bi tûtinê debara xwe dikir, lê belê kotayek jê re hat danîn û ji ber vê em nikarin deynin. Gundiyan ji her tiştî dixeyîdînin. Ji me re nabêjin neçînin, lê bi kotayên bi vî rengî pişta gundiyan dişkînin."
‘WEADÊN WAN TENÊ REKLAM IN'
Arslan, anî ziman ku di demên dawî de di televîzyonan de weadên wek dê prîman bidin gundiyan û kesên çandiniyê dikin dertên û got, lê belê bi tu awayî ev bi cih nayên. Herî dawî Arslan wiha got: "Bila piştevaniya çandiniyê bê kirin. Dibêjin dê krediyan bidin gundiyan, lê nadin. Tenê kesên ku erdên wan zêde ne vê krediyê distînin. Mutehaît jî krediyê distînin, lê em nikarin bistînin. Çimkî tu pereyekî min ê ku wek teahut nîşan bidim tune ye. Lê dikarim bêjim di vî karê krediyê de jî sextekariyek heye."