'Betal hiştin û bi heqê kêm razî kirin'

ANTALYA - Wezareta Ewlehiyê û Xebata Civakî, bi guhertina zagonan sînorê li pêş xebatkarên turîzmê û otelê rakir. Bi vê guhertinê re hemû karkerên li otelan weki karkerên stajyer dan xebitandin. Bi sed hezaran karkerên turîsmê betal hiştin û ew bi heqê kêm û erzan razî kirin. Serokê Giştî yê Dev-Turizm-Îşê Mustafa Safvet Yahyaoglu, anî ziman ku ev guhertina zagonê ji bo berjewendiyên karsazan hat amadekirin û wiha got: "Ew betal hiştin û bi heqê kêm razîkirin.

Sala par li paytextê turîzmê Antalyayê di qada sektora turîzmê de ji ber krîza turîzmê nêzî 200 hezar karkerên turîstê dest bi kar nekir û betal man. Ji sedî 30 karkerên dest bi kar nekirin, bi soza ku dê heqê wan bidin wan vegeriyan malên xwe.Piştî vê krîzê Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê, heqê karkeran di asta heqê herî kêm de nirxand û ji fonê betaliyê fan da karkeran. Wezaretê ku ji krîzê re derman nedit, di destpêka sala 2017'an de di zagona kar de guhertin çêkir. Wezaretê bi vê guhertinê sînorê li pêş personel û karkerên sektora turizmê rakir û bernameya perwerdehiya destpêka kar a ji sedî 25 rakir. Bi vê guhertine êdî hemû karker û personelên di otelan de bixebitin dê wekî stajyer bixebitin.

'GUHERTIN KÊRÎ KARSAZAN TÊ'

Serokê Giştî yê Sendîkaya Turîzm Îş a Şoreşger (Dev-Turizm-İş) Mustafa Safvet Yahyaoglu, bertek nîşanî vê guhertinê da û anî ziman ku ev guhertin di lehê karsaz û karmendan de ye û li dijî heqê karker û personelan e. Yahyaoglu, anî ziman ku bi guhertina Wezîr a der barê karkeran de êdî karker dê tenê bi riya ÎŞKUR'ê karibin di otel û sektora turîzmê de bixebitin û hemû karker dê wekî stajyer bixebitin û wiha got: "Karker êdi dê wekî strajyer bixebitin û heqê wan ê bidin qaseya bêkaran. Karkerên ku berê heqê tam digirtin êdî dê wekî heqê strajyerekî heqê herî kêm bigirin. Gelek maf hatin binpêkirin û heq hat xwarin. Karker ji bo betal nemînin bi vê vî heqê herî kêm razî dibin. Karker neçarî vî heqî tên hiştin û mafê wan ê kedê tê xwarin. Karkerên ku berê sînorê ji sedî 25 bernameya perwerdehiya destpêka kar hebû ev sînor ji holê rakirin û êdî hemû karker dê wekî stajyer bin. Yanî dê her kes bi riya ÎŞKUR'ê karibin bibin xwedî kar. Yanî karsaz bixwaze dikare di ser fona betaliyê re heqê karkeran bide û heqê herî kêm bide wan. Dê bi riya ÎŞKUR'e heqê herî kêm bidin karkeran û hewê wan ê resen jî bidin karsazan. Hikûmet bi vî rengî piştgiriyê dide karsazan û karsazan diparêze. Li aliyekî li ser navê îstîhdamê ÎŞKUR'ê dixe meriyetê û li aliyê din karkerên berê dixebitin mafê wan ji destê wan digire. Karker li şûna raste rast bi karsazan re bixebitin û heqê xwe bigirin dê bi riya ÎŞKUR'ê têkevin kar û nîv heq bigirin.

Hikûmet bi vê rêbazê dixwaze hemû karkerên turîzmê têxe bin kontrola xwe û dengê wan qut bike."