Tirkiye ji sedî 45 kêmî cîhanê ye

EDENE - Li Tirkiyeyê her çendî buhayê goşt zêde bibe û Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Faruk Çelik ji bo zêdebûna buhayên goşt spekulatoran nîşan bide jî, li cîhanê sewalvani ji sedî 70, li Tirkiyeyê ji sedî 25 e.

Serokê Odeya Baytaran a Edeneyê Nihat Kose, diyar kir ku ji ber li Tirkiyeyê qîmeta çêrandinê tune ye, sewalvanî pêş ve nakve û ji bo hilberîner li gundan bimînin teqez divê piştevaniya wan bê kirin. Kose, anî ziman ku welatiyên 20 sal berê îxracata heywanan dikir, niha îthalata wan dikin û wiha got: "Niha li welat di warê heywanên mezin û biçûk de pirsgirêk hene." Kose, anî ziman ku niha AK Partî piştevaniya sewalvaniyê dike, lê ev piştevaniya wan têr nake û xwest polîtîkayên sewalvaniyê ne polîtîkayên rojane, yên wadedirêj bin. Kose, dest nîşan kir ku ji ber hilberîner pereyan qezenc nakin heywanên xwe difiroşin û tên li bajaran bi cih dibin. Kose wiha axivî: "Heke hûn hilberîneran bixeydînin, hûn ê têkevin rewşeke ku êdî hûn nikaribin goşt hilberînin. Ji ber vê divê rewşeke ku hilberîner karibin pereyan qezenc bikin hebe. Heta ku hilberîna me ya heywanan zêde nebe, ne mumkun e ku buhayê goşt dakeve."

HER KES XEMSAR E

Dema em li Çarşiya Qesaban a Edeneyê digerin, hem welatî hem jî qesab ji buhayên goşt nerazî ne. Qesab, diyar dikin ku heywan kêm in û ji dêvla ku her diçe buha zêde bibin, divê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê tevdîran bistîne. Serokê Odeya Qesabên Edeneyê Saruhan Yagmur, dest nîşan kir ku buhayên kayê û rêjeyên KDV'ê zaf zêde ne û got, heke rê li ber serjêkirina heywanên mê bê girtin, dê di nava 5 salan de kêmaniya heywanan ji holê rabe.

REWŞA ESNAFAN NEBAŞ E

Yagmur, ragihand ku kîloya goştê bihestî 40 TL û kîloya goştê bê hestî jî 45 TL ye û got, heke îthalat çênebe dê heta sersalê kîloya goşt bibe 60 TL. Yagmur, da zanîn ku ji ber kêmbûna serjêkirina heywanan esnaf ditengijin û wiha got: "Niha şirdanvan şirdanê peyde nakin. Nêzî 40 esnaf, ji be rnebûna şirdanê dikanên xwe girtin." Yagmur, ragihand ku dê ev rewş di warê kokoreç, kezeb û hûran de jî xwe bide der û ji bo tevdîrgirtinê bang li Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê kir.

Şirdanvan Îbo yê li ber Çarşiya Qesaban şirdanê difiroşe jî, ragihand ku ev meheke ew bi zorê şirdanê peyde dikin. Îbo, anî ziman ku ew heba şirdanê bi 6 lîreyan difiroşe û got, heke pirsgirêka heywanên biçûk neyê çareserkirin dê rewşa wan xerabtir bibe.