ANTALYA - Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rêveberên Otelên Profesyonel Etem Hakan Duran, diyar kir ku, sektora turîzmê ya ku sala çûyîn bi zor û heft bela sezon bi dawî kir, îsal jî tu hêviyên wê tune ne.
Di sala 2016'an de sektora turîzmê derbeyên giran xwarin, lê îsal der barê turîzmê de tu hêvî tune ne. Ji bo danazîn û û organîzasyonên herêmên turîzmê 15-22'yên Nîsanê dîrokeke girîng e. Di heman demê de ev dîrok tê wateya ragihandina destpêkirina sezona turîzmê jî. Lê heta niha di vî warî de tiştek naxuyê. Ev encam herî zêde bandorê li bajarê turîzmê Antalyayê dike.
Li Kaleîçî ya li Antalyayê ji wan cihên herî zêde rêpêketî ye, hundurê bi sedan dikan û pansiyonên ku amûrên diyariyê û tekstîlê difiroşin vala ye. Esnaf rûdinê û li kuçeyan ji bilî çend turîstên xwecih û biyanî hema bêje kesek tune ye. Esnaf bêdeng e. Naxwaze biaxife. Esnafekî ku me jê pirsa rewşa kar kir, got "Şikir" û paşê kuçe nîşan da û wiha got: "Ji kuçeyê jî nediyar e." Naxwaze em wêne û dîmenên wî bikşînin. Hema bêj esnafên din jî naxwazin li ber kamerayan biaxivin. Lê xala hemûyan a hevpar ew e ku "Înşeleh dê îsal kar baş bibe." Xwediyê aşxaneyê Feyzullah Orak wiha rewşa najêr îzah kir: "Wisa dixuyê ku zehmet e ku Antalya xwe bide ser hev. Turîstên Ewropayê hez ji vir dikin. Lê ditirsin. Ji xwe yên tên jî ji otelan dernakevin. Hêviya me tune ye. Êdî bûye xeyal ku em di warê turîsmê de asta salên 2014-2015'an zevt bikin. Tiştekî ku em bikin tune ye. Niha li oetalan rewşa buhayan daketine biniya yên 2005'an. Lê li gel vê jî kes nayê."
DI SEKTORA ŞAHIYÊ DE TIRSA REÎNAYÊ HEYE
Wek Kaleîçiyê, heman rewş li Alanya û Kemerê jî heye. Bi taybetî ev her du navend wargeha turîstên rûs bûn, lê niha tu liv û tevgerek naxuyê. Kuçe û kolan vala ne. Hin otel hene, lê kes nizane dê bên vekirin an na. Her wiha cihên şahiyê jî rawestiyane. Hêviya wan jî ew e ku turîst bên. Lê belê şik û gumana ku turîstên bên jî, dê bar û dîskoyan tercîh nekin. Sedema vê endîşeyê jî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Reîna ya Stenbolê ye. Xwediyê kargeheke şahiyê Huseyin Ayik wiha got: "Bi wê êrîşê re bîbiriya turîstan guherî. Ji ber vê em bi endîşe ne. Gelê dê bên an na? Heke bên dê ji otelan derkevin an na? Heke derkevin dê bên navendên şahiyê yan na? A rast, em nizanin. Turîzm tê qetilkirin. Hemû cîhan dev jê berda. Lê em hîn jî israr dikin."
‘TOPARLANMAK BİRKAÇ YIL SÜRECEK’
Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rêveberên Otelên Profesyonel Etem Hakan Duran, diyar kir ku krîza 2016'an bi xwe re pirsgirêkên cidî anîne û got, ji bo sala 2017'an jî ji bilî hêvîkirinê tu bendewariyên wan tune ne. Duran, diyar kir ku piştî çareserkirina krîza balafira Rûsyayê, ew li bendê ne ku turîzm weke salên borî zînde bibe û got, ji bo ew turîstan bikşînin wan buha daxitine. Duran, bi bîr xist ku astengkirina protala lêgerînê ya boonking.com'ê bandoreke neyînî li turîzmê kiriye û got, bi taybetî dê bandorê li otelên bajêr û kargehên biçûk bike. Duran, dest nîşan kir ku ji bo ew turîstan ber bi xwe ve bikşînin wan buha daxistine û wiha domand: "Li gor berê me buhayên xw edaxistine. Wisa duxuyê ku heta çend salan bi zor em xwe bidin ser hevdu." Duran, bi bîr xist ku turîzm tê wateya aramî û aştiyê û wiha axivî: "Kesê biçe betlaneyê cihên bi aram û aştî lê heye tercîh dikin. Ji ber vê gotinên siyasetmedaran abndorê li turîzmê dikin. Dibe ku ev di qada siyasetê de cuda be, lê bandoreke cidî li turîzmê dike. Hêviya me ew e ku em demildest vegerin rewşa salên borî."
‘DÊ EV JI BO HER KESÎ SEZONEKE ZEHMET BE'
Serokê Sendîkaya Karkerên Turîzmê yên Şoreşger Mustafa Savfet Yahyaoglu jî, dest nîşan kir ku di mehên ewil ên salê de hejmara hatine "nepixandin", lê belê ev nepixandin krîza bi Rûsyayê û welatên Ewropayê re çareser nekiriye. Yahyaoglu, diyar kir ku dê ev krîza turîzmê heta çend salên din jî bidome û got, ji ber ku nêvengeke aştî û aramiyê tune ye. Yahyaoglu, dest nîşan kir ku ji bo çareserkirina krîza turîzmê tekane rê peydekirina aştiyê y û got, beriya her tiştî divê dawî li pêvajoya OHAL'ê bê. Yahyaoglu, anî ziman ku ji bo sala 2017'an tu hêviyên wî tune ne û got, dê ev sezon ji bo turîzmê, esnaf û karkerên turîzmê sezoneke zehmet be.
Ahmet Kanbal - Nurhan Kuzu - dîhaber