Li bazara xizanan 'dewlemend dikirin, feqîr tenê dinêrin'!

RIHA - Rewşa aborî ya ku her diçe xerabtir dibe, herî zêde bandorê li xizanan dike. Li bazara xizanan a Rihayê, gilî û gazincên "Dewlemend dikire, feqîr tenê dinihêrin" her diçe zêde dibin.

Li bazara xizanan a li qada Taxa Suleymaniye ya navçeya navendî Halîliyeya Rihayê ye, esnafên bazarê ji ber tunebûna kirîgeran û welatî jî ji ber nikarin zebze û fêkiyan bikirin gilî û gazincan dikin.

‘LI VÊ BAZARA PERE NAYÊN QZENCKIRIN'

Karkerê înşeatê û bavê 6 zarokan Seydi Demirê 55 salî, diyar kir ku ew karkerê înşeatê ye, lê belê ji ber ku kar tune ye, 2 salin ew li bazarê esnaftiyê dike. Demir, anî ziman ku bazar hêviya bû, lê belê niha kar lê nemaye û wiha axivî: "Buhayên xiyaran bûye 2 lîre, yê çîlekan bûye 6 lîre, lê bacanên reş bûye 2 lîre û nîv, yên firingiyan bûye 4, yên îsotan bûye 4 û yên îsotên sor bûne 16 lîre. Dema pere tune be, dê kirîger çaw abê û heke bê divê mirov jê pirse dê çi bike. Dema kar tune be, nayên danûstendinê nakin. Li her malê ya kesek dixebite an jî na. Min kîloya firingiyan bi 4 lîreyan kiriye, lê ez bi 4 lîreyan jî difiroşim. Heke di destê min de bimînin dê xera bibin. Niha nikarim kirêya dikanê bidim. Heke wisa bidome ez ê tablê bigerînim."

‘DEWLEMEND DIKIRE, FEQÎR DINIHÊRE'

Mehmet Taş (35) ê li bazara taxê ev 10 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku ev 3 sal in karê wan qet nebaş e û got, li cem wî 7 kes dixebitîn, lê ji mecbûrî wî 5 kes ji kar derxistine. Taş, anî ziman ku hindik maye ew dikanê bigire û got, di navbera feqîr û dewlemendan de ferqeke mezin a aborî çêbûye. Taş wiha domand: "Yê dewlemend zebze û fêkî dikire, lê yên feqîr nikare bikire. Yanî dewlemend dikire, feqîr tenê dinihêre."

Bavê 10 zarokan Omer Şimşekê 57 salî yê ku ji bo zebze û fêkiyan bikire hat bazarê, kîloyek îsot bi 6 lîreyan kirî û wiha got: "Tenê quweta min têra vê dike." Dayika zarokan Îslîm Dortkazan (53) jî xirtikên di kîsik de nîşan da û wiha axivî: "Tenê min dikaribû vana bikire. Ka em çi bikin, bila îro jî şîva me xirtik bin." Dortkazan, diyar kir ku hevjînê wê karê boyaxkirina înşeatan dike, lê niha kar bi destê wan nakeve. Dortkazan wiha pirsî: "Çend sal berê karê hevjînê min pir baş bû. Zivistan û havînê sekin jê re tune bû. Lê belê, niha kar bi destê wî nakeve. Li malê ye. Êdî em ji vê rewşê nerihet in, lê belê kes dengê me nabihîse. Tew bi ser de heke tu di kirê de bî, mirov şerpeze dibe. Em bi hesreta zebze û fêkiyan e. Ma hinekî erzanî çêbibe, dê çi bibe. Ma em li malê birçî bibînin?"

Dayika 6 zarokan Ferîde Bozkurt a 51 salî jî, anî ziman ku hevjînê wê bi yewmiyeyan dixebite û got, carinan qet kar bi desta nakeve. Bozkurt wiha axivî: "Li bazarê dev ji kirîna zebze û fêkiyan berde, em li malê nikarin debara xwe bikin. Hefteyeke ku hevjînê min li malê rûniştiye. Ka em ê çi bikin, em ê çi bixwin? Dev ji xercaneyê berde, êdî em nikarin heqê serwîsa zarokên xwe yên diçin dibistanê bidin. Em li benda qedandina dibistanê ne. Dema dibsitan têkeve betlanê em û zraokên xwe em ê biçin Zonguldak an jî Meletiyê û heta ku dibsitan vebin, em ê bixebitin."