Zirara bazirganiya derve ji sedî 13 zêde bû

STENBOL - Di meha cotmehê de zirara bazirganiya derve ji sedî 13,2 zêde bû. Deynê Tirkiye derket 4 milyar 164 milyon dolaran.

Saziya Îstatîstîkên Hilberînê ya Tirkiyeyê (TUÎK), diyar kir ku bazirganiya derve ya Tirkiye di mehca cotmehê de ji sedî 13,2 daketiye û deynê Tirkiye derketiye 4 milyar 164 milyon dolaran.

Îxracata Tirkiye li gorî cotmeha sala borî ji sedî 3 daket û gihişt 12 milyar 841 milyon dolaran. Îthalat jî ji sedî 0,5 zêde bû û derket 17 milyar 4 milyon dolaran. Rêjeya di navbera îxracat û îthalata sala par ji sedî 78,3 bû îsal derket ji serdî 75,5'an.

Li gorî daneyan di nava welatên cihanê de herî zêde Almanya bi 1 milyar 308 milyon dolar li gorî sala par zêde îxracat kiriye. Di milê îthalatê de jî herî zêde Çîn bi 2 milyar 214 milyon dolaran di rêza pêşî de cih digire.