Esnaf yek bi yek dikanê xwe digirin

EDENE - Li Edeneyê krîza aborî bû nexweşiyek nava civakê û mezin dibe. Ji ber kriza aborî gelek esnaf dikanan digirin. Hêjmara esnafên şitlan difiroşe ji 17'an daket 6'an. Esnafê Şitlan Ahmet Ayverdi, diyar kir ku krîza aborî dinava civakê de bûye nexweşiya tramva êdî nizanin dê çi bikin.

Li Tirkiye krîza aborî roj bi roj mezin dibe. Ji ber kriza aborî gelek esnaf dikanên xwe digirin. Li Edeneyê esnafên şitlan difiroşe ji ber krîza aborî dikanên xwe digirin. Esnafên fîdanan difiroşin ên li ser Pira Dîrokî ya Kevir hêjmara wan ji 17 kesan daket 6 kesan. Esnafên şitlan, diyar kirin ku ji ber polîtîkayên aborî yên şaş dibe sedem ku esnaf îflas bikin û dikanên xwe bigirin. Esnafê li pira dîrokî ya Kevir şitlên daran difroşe Ahmet Ayverdî diyar kir ku êdî esnaf îflas dikin û esnaf dikevin bin deynan. Ayverdî, anî ziman ku di salek dawî de ji sedî 80 firotina şitlên daran kêm bûye û wiha got: "Krîza aborî bandor li ser her kesî kir. Herî kêm bandor li ser firoşkerên şitlan kiriye. Ji ber ku em nikarin firotinê bikin em dikevin bin deynan. Em bacê didin, kîra didin, heqê karkeran didin. Lê em nikarin firotinê bikin. Ji ber vê yekê lêçûn zêde ye, hatin tune ye. Em êdî ji ber krîza aborî zîwer bûne. Em ne dikarin dest jê berdin û ne jî dikarin berdewam bikin. Em bêçare hiştine. Ji ber krîza aborî pirsgirêka travma di nava civakê de zêde dibe.

Esnafê şitlên daran Erol Ulaş jî anî ziman ku piştî ev pira dîrokî li trafîkê hat girtin êdî kes nikare şitlên daran bifiroşe û esnaf îflas dikin. Ulaş, anî ziman ku li Edeneyê rayona firotina daran herî zêde li vir e û êdî wekî berê nikarin bifiroşin.