NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekcî têkildarî nerina cîhanê ya li Tirkiye axivî û anî ziman ku ji ber OHAL li Tirkiye heye cîhan bi cavekî xerab li Tirkiye dinere û xwest Tirkiye di fersenda ewil de xwe ji OHAL'ê rizgar bike.
Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekcî, beşdarî bernameya Bloomberg HT'ê bû û der barê nerîna cîhanê ya li ser Tirkiye nirxandin kir. Zeybekcî, anî ziman ku çavdêriya cîhanê ya li ser Tirkiye xerab e û wiha got: "Nerîn û fikra cîhanê ya li ser Tirkiye xerağb e. Divê OHAL'a ku 3 mehên din dirê jbûne bi dawî bibe. Piştî hewldana darbeyê nerîna cîhanê ya li ser Tirkiye hat guhertin. Piştî 15'ê Tîrmehê ez çûm gelek welatên Neteweyên Yekbûyî. Li tu welatên ewropa tiştekî bi navê darbeyê tune ye. Mirov nikare bide famkirin. Famkirin û nerîna ji derve xerab e. Di sala 2017'an de bawrer nakim ku îrxracat mezin bibe.
Çavdêriya Yekîtiya Ewropa ya der barê Tirkiye de ne erênî ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye xwe ji OHAL'ê rizgar bike. "