ENQERE - Aborînas Mustafa Sonmez, diyar kir ku aboriya Tirkiye girêdayî razemeniyên derve ye û piştî biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) dê krîza aborî ya Tirkiye mezintir bibe.
Biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) ya der barê Tirkiye de niqaş û rageşî zêde kirin. Têkildarî bandora biryara MPKE'ê Aborînas Mustafa Sonmez, nirxandinên girîng kirin. Sonmez, diyar kir ku piştî vê biryara MPKE'ê dê krîza aboriya Tirkiye dê mezintir bibe. Sonmez, anî ziman ku li bendê ye du dowîz dîsa buha bibe û got pêwiste Banka Navendî tedbîran bigire.
Sonmez, anî ziman ku mezinbûna aboriya Tirkiye girêdayî karsaz û sermayedarên biyanî ya hatina Tirkiye ye û wiha got: "Piştî vê biryarê sermayedar êdî nayên li Tirkiye razemeniyê nakin. Sermayedar nayên li welatekî ku rîska polîtîk hebe razemeniyê nakin. Ev dê rê li pêşiya mezinbûna aboriyê bigire. Dê ji niha û şûnde her dem Tirkiye di bin zextan de be. Dê bixwazin ku Tirkiye dawî li OHAL'ê bîne. Dê azadiya ramanê bixwazin. Dê vê makaqanûna nû têxin nava lêpirsînê. Dê encama referandumê bipirsin. Ger ku Tirkiye van daxwazên Konseya Ewropa nebersivîne, dê gefan li Tirkiye bixwin. Ev hemû dê dê rê li pêş mezinbûna aboriya Tirkiye bigirin."
Sonmez, da zanîn ku Tirkkiye di milê aboriyê de bi Ewropa ve girêdayî ye û piştî têkilî lawaz bibin dê aboriya Tirkiye têkeve krîzê. Hemû krêdî ji Ewropa tên. hemû îxracat û îtalat li Ewropa ye. Ger ku ev derî bê girtin dê mezinbûna aboriya Tirkiye raweste û paşve biçe. Li gorî daneyên fermî li Tirkiye ji sedî 12, li gorî dervê fermiyetê ji sedî 20 mirov li Tirkiye betal in. Gelek karsaz û sektorên têk çûne hene.