Dahatuya turîzmê ji sedî 17.1 kêm bûye

NAVENDA NÛÇEYAN - Rageşiya hundir û derve ya di siyastê de, bandorê li ser turîzmê dike. Dahatuyên îsal ên turîzmê li gorî salên bihûrî ji sedî 17.1 kêm bûye û kêmbûna wê bûye 3.37 milyar dolar.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine aşkerakirin, di mehên Çile heta Adarê mezaxtinên kesên hatine ziyaretê 696 dolare. Mezaxtina kesên biyanî 637 dolar, hemwelatiyên li derveyî welat dimînin jî 880 dolare.

Li gorî daneyan, hêjmara kesên ji Tirkiyeyê derketine li gorî salên bihûrî ji sedî 5.1 kêm bûye û hêjmar 4.84 milyon kese. Ji vana sedî 77.9 biyanî, ji sedî 22.1 hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li derveyî welat dimîninin.

Li gorî daneyên TUÎK’ê, mezaxtinên di vê demê de hatine kirin, 3 milyar 103 milyon 695 hezar dolar ên takekesî, 266 milyon 58 hezar dolar jî yên turên gerê yên paketin.

LÊÇÛNÊN TURÎZMÊ JÎ KÊM BÛN

Lêçûnên turîzmê yên ku welatiyên ji welatê xwe diçin cihek din jî kêm bûne, li gorî salên bihûrî ji sedî 44.3 kêmbûye û ev jî dike 855 milyon 786 hezar dolar. Ji vana 597 milyon 891 hezar dola takekesî, 257 milyon 894 hezar dolar jî lêçûnên gerê ne.

ZIYARETÊN DERVEYÎ WELAT JI SEDÎ 4 ZÊDE BÛN

Di vê navberê de hêjmara welatiyên ku diçin derveyî welat li gorî salên bihûrî ji sedî 4 zêdetir bûye û ev jî dike 1 milyon 897 herzar 554 kes. Li gorî vê her kesek 451 dolar lêçûnan dike.