RIHA- Ji ber zêdebûna qûra dovîzî û rewşa aborî ya Tirkiyeyê, li Rihayê pasajên ku mal jid erve dikirin û li temamiya Tirkiyeyê belav dikin vala bûn û bi îflasê re rû bi rû ne. Serokê Esnafên Pasajê Mehmet Toprak diyar kir ku, pasajên Rihayê pira navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ne û wiha got:"Heta niha 150 esnafan îflas kiriye û yên mayî jî bi deyanan karê xwe bi rê ve dibin."
Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, destpêkirina pêvajoya şer û xerabûna têkiliyên bi Ewropayê re Dolar gihişt asta herî jor. Li navenda Rihayê bi navê Pasaja Japon, Pasaja Cîhan û Pasaja Kapakliyê 3 pasajên mezin hene, ku ev pasaj di warê aborî de pira navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ne. Ji ber piraniya esnafên pasajê bi Dolarî ji derve mal dikirin, bi zêdebûna qûra dovîzî niha li ber îflasê ne û piraniya wan bi deynan bi zor û heft bela li ser piay disekinin. Esnaf ji rewşa aborî ya Tirkiyeyê bi gilî û gazinc in û li dijî vê rewşê bertek nîşan dan.
'TU CARÎ REWŞA ME WİSA XERAB NEBÛBÛ'
Serokê Esnafên Pasajê Murat Toprak ê ku ji 1996'an heta niha li Pasaja Japonê dikana pêlîstokan dide xebitandin got, ev cara yekem e ku kirîn û firotin ewqas kêm bûye. Toprak anî ziman ku, ew malê pasajê ji derveyî Tirkiyeyê li ser Dolarî tînin û wiha got: "Niha dolar firiya ye. Nêzî 3 hezar esnaf li pasajan hene, ji vana nêzî 150 jê hatine girtin. Yên nehatine girtin jî bi krediyê karê xwe bi rê ve dibin."
'ÎSTÎQLAL NEHAT PASAJAN'
Toprak bertek nîşanî valabûna pasajan da û wiha axivî: "Destpêkê pasaj ji kirîgeran xalî nedibû, lê niha tu kar nîne. Ev çend meh e em kar nakin. Di dema pêvajoya aşitiyê de kar pir baş bû." Toprak da zanîn ku, beriya hilbijartinê berpirsyar dihatin cem wan û ji wan re digotin "Dê îstîqlal bê" û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Lê me îstîqlal nedît û qet nehat pasajan."
'DÊ DAWİYA ME ÇAWA BE ?'
Esnafê bi navê Muhsin Çelîk ku xwedî dikana amurên elektironîk e jî anî ziman ku, bi zêdebûna Dolarî re kirîger nayên pasajê û wiha got: "Dê dawiya me çawa be? Gelek esnaf ketine bin deynan. Em hêvîdar in ku baş be. "
Li pasajê dema çayfiroş ku çay dida esnafeki vegeriya û got:"Li pasajan tenê karê çayfiroşiyê maye". Esnafê ku çay girt jî bi pirsa "Çi esnafî, ma ka kî esnaf e?" bertek nişan da.
Berîtan Îrlan - dîhaber