NAVENDA NÛÇEYAN - S&P, notê krediyê yê Tirkiyeyê pesend kir û ragihand ku xuyangiya notê Tirkiyeyê "negatîf" e.
Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî S&P, notê krediyê yê Tirkiyeyê pesend kir û ragihand ku xuyangiya notê Tirkiyeyê "negatîf" e. Li gor daxuyaniya Standard & Poor's'ê, tê payîn ku dê li Tirkiyeyê di navbera 2017-2020'an de ji sedî 3 mezinbûneke xwe bide der.
S&P, di 27'ê Çileyê de xuyangiya notê krediyê yê Tirkiyeyê ji wesdariyê daxistibû negatîfiyê. Her wiha sazî, notê krediyê yê Tirkiyeyê di pêla di biniya 'dikare veberhênaniyê bike' de yanî di sewiyeya BB'yê de rawestandiye.
KREDIYA XUYANGIYÊ YA 4 BANKEYÊN TIRK DAXIST
S&P, ragihand ku wan di 31'ê Çileyê de xuyangiya notê 4 bankeyên Tirkiyeyê ji "westdariyê" daxistiye "negatîfê". S&P di daxuyaniya xwe d eragihand ku wan xuyangiya notê Banka Îş'ê ya Tirkiyeyê, Banka Yapi û Krediyê, Banka Vakiflarê û Banka Garantiyê ji "westdariyê" daxistiye "negatîfê".