ÎZMÎR - Kolana Havra ya dîrokî ku ji sedsala 17’an heta niha navenda bazirganiya Îzmîrê ye, bi krîza aborî ya 40 salên dawî re rû bi rû ye. Esnafan diyar kirin ku ji ber bandora krîza aborî derûniya wan xirabûye û wiha gotin: “Li kolana dîrokî krîza herî xirap a 40 salan tê jiyîn. Em li dijî krîza aborî li ber xwe didin.”
Kolana Havra ya dîrokî ku navenda bazirganiya Îzmîrê ye bi krîza aborî ya 40 salên dawî re rû bi rû ye. Kolana dîrokî ya di sala 1605’an de Yahudiyan avakiriye û bi sedsalan ligel Rumlara jiyane, di sala 1922’yan de piştî Şewata Mezin a Îzmîrê niha jî bi krîza aborî re rû bi rû ye. Ji ber şer û pevçûnên li tirkiyeyê û ketina dowîzê bazirganiya li Havrayê tune dibe. Bi dehezaran esnafên ji ber ji sedî 10 daxistinan xwe li ber krîza Havrayê ne girtin di nava 2 salan de deriyên dikanên xwe girtin, esnafên hewl didin xwe li ser şingan bigirin jî çareseriyê di derxistina karkeran de dibîne. Di salên bihûrî de bazar ku cihê hatin û çûyînê lê tune bû kesek tune ye.
‘DERÛNIYA ME XIRA BÛYE’
Esnafê bi navê Şehmuz Yilmaz ku ev 21 sale esnaftiyê dike diyar kir ku karê wan li gorî sala bihûrî ji sedî 50 ketiye û wiha got: “Li ser krîza aborî fîrmayên mezin jî buhayê tiştan giran dikin û dahatuya esnafan biçûk dixîne. Ji ber kar tune ye derûniya me xira bûye. Em di aliyê aborî de pirsgirêkên debarê dijîn. 4 zarokên min hene, kurê min zanîngehê dixwîne û ez êdî zehmetiyan dikişînim. Ez dixwazin kurê min rojên dawiya hefteyê bixebite û mezaxtinên xwe derxîne. Em mecbûrin ger wiha nekin zarokên me nikarin bixwînin.”
Esnafê 12 salan ê Havrayê Hidir Golcu, da zanîn ku ji ber buhayê tiştan girane her roja diçe karê wan xiraptir dibe û wiha pêde çû: “Firingî li Tirkiyeyê tê hilberîn lê buhayê wê gelek girane. Kiloya firîngî 6-7 TL ye. Welatî bertek nîşanî buhayê tiştan didin. Kesekê ku heqdestê kêm digire nikare firingî bikire. Ji ber welatî nakirin bandorê li ser karê me dike. Ger buha kêm be dê welatî bikirin û karê me jî sererast bibe. Ji bo buha kêm bibe divê rayedar bikevin nava tevgerê û divê têkiliyên bi derve re bên sererastkirin.”
‘KRÎZA HERÎ XIRAP A 40 SALÊN DAWÎ’
Esnafê 40 salan ê kolana dîrokî Ahmet Karadenîz, anî ziman ku krîza aborî ya tê jiyîn êdî li vê kolanê nayê vegotin û wiha domand: “Berê me bi telîsan pere qezenc dikir. Em niha nikarin heqdestê xwe jî bigirin. Berê dahatu zêde lêçûn kêm bû niha berovajî wê ye. Li bazara dîrokî krîza herî xirap a 40 salan tê jiyîn. Krîzê bandor li ser pereye karkeran jî kir. Karkerên ku zivistanê bi 150 TL dixebitin niha bi 75 TL dixebitin. Ev jî têra debara malbatên wan nake.”
'EM LI DIJÎ KRÎZA ABORÎ LI BER XWE DIDIN’
Esnafa bi navê Eda Sakarya ku 53 sale li Havrayê ye destnîşan kir ku ji ber nikarin firotinan bikin tehma jiyanê ne maye û wiha got: “Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn ligel kesekê pere tune ye. Tiştên ku em bi 1 TL difiroşin dibêjin bi 50 qemerî bidin. Kiryarên me dibêjin xwezî pere hebûya me bigirta û ji dezgahan diçin. Wekî esnaf hêza me ya kirînê nemaye û tiştên me kirîne jî nikarin bifiroşin. Em niha li dijî krîza aborî li ber xwe didin.”
‘EM NIKARIN DEYNÊN XWE BIDIN’
Esnafê bi navê Hakki Altintaş diyar kir ku halê bazara Havra yê wî gelek xemgîn dike û wiha domand: “Salên bihûrî cihê hatin û çûyînê tune bû ji ber kiryaran. Lê niha kêm kes hene ev kolan wekî rê tê bikaranîn.” Hevjîna Altinbaş Sedat Altintaş, bi lêv kir ku hevjînê wê berê sparîşên derve nedigirtin lê niha hewl didin sparîşan bibin derve, 5 hezar lira deynê wan heye û niha nikarin deynê xwe bidin.
Altintaş, da zanîn ku sala bihûrî turîst dihatin Havrayê, rojên Sêşem û Înê ji ber turîstan nedikarin li kolanê bimeşin û wiha axivî: “Ji ber bombeyên li Tirkiyeyê hatin teqandin û darbeya hat jiyîn turîst êdî nayên û krîza aborî komtir dibe. Berê wesayîtên zer turîst dianîn û dibirin lê ji ber êdî turîst nayên ajokaran jî îflas kirin. Ger li tirkiyeyê huzur bê pêkanîn dê turîst carekdin bên welat.”