Sezona turîzmê mirî dest pê kir!

ÎZMÎR - Îzmîr a ku par bi milyar dolar windahiyê ve sezona turîzmê bi dawî kir îsal jî sezonê mirî dest pê kir. Di 3 mehên destpêkê ya îsal de ji sedî 20.6 kêmbûn çêbû, Rêveberê Herêmê ya Kultur Sanat Sen'ê Nesrîn Tatlioglu diyar kir ku turîst ditirsin bên herêmê.

Îzmîr a ku par di sezona turîzmê de bi milyaran dolar windahî çêbû îsal jî sezonê mirî dest pê kir. Li gorî daneyên Yekîtiya Vegirtina Qonaxan û Dezgehên Turîstîk a Egeyê (ETÎK) di 3 mehên dest pêkê ya salê ji sedî 20.6 kêbûnek heye. Di mehên çile-sibat-adarê de di 2015'an de 79 hezar û 200, di 2016'an de 72 hezar û 500 turîstên biyanî hatine bajar û di 3 mehan de bi 15 hezar kêmbûna turîstan ve îsal 57 hezar û 619 turîst hatin bajar. Di 3 mehên ewil a salê li hemû bazarên esasî turist kêm bûne û li bajar turîzma kruvaziyer jî daket sifirê. Di 3 mehên ewil bi riyên hewayî û deryayê ve tenê 57 hezar û 618 kes hatin bajar. Herî zêde jî ji sedî 95 ve ji Norveç, Swêd, Danîmarkayê hatina turîstan kêm bûye dîsa turîstên ji Almanya, Holanda, Koreya Başûr, Awustralya û Swîsreyê jî kêm bûne.

Li bajar buhabûna vegurtina qonaxê ji sedî 4,95 zêde bûye di buhayên turan jî ji sedî 3,72 zêde bû. Li Tirkiyeyê ev zêdebûn jî ji sedî 4,51 e. Dîsa li bajar 8,79 enflasyonê ve li tevahiya Tirkiyeyê zêdetir e.

'TURÎST HÊ JÎ DITIRBIN BÊN TIRKIYEYÊ'

Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Turîzmê û Çand û Hunerê (Kultur ve Sanat Sen) ya Herêma Egeyê NEsrîn Tatlioglu diyar kir ku sedema kêmbûna sektora turîzmê polîtîkayên hundir û derve ya hikûmetê ye. Tatlioglu got ku Amerîka û Îngilistan a ku Tirkiyeyê ji bo gerê ewle nabînin her tim welatiyên xwe hişyar dikin û wiha berdewam kir: "DAIŞ di vî de gelek bi bandor e. Tirkiye êdî bûye deriyekî ku DAIŞ dikeve. Ev rewş turîstan ditirsîne. Piştî krîza balafirê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê, krîza bi Holanda û Almanyayê ve hate jiyankirin dê bandorê li turîzma 2017'an bike. Krîz bandorê li esnafan dike nikarin tiştekî bifiroşin. Ev jî bandorê li ser kedkarêr ku di sektora turîzmê de dixebitin dike. Ji ber ku dezgez biçûk dibin dê betalî jî zêde bibe. Girtina otelan, bi butçeya kêm xebat jî dê bandoreke neyînî li ser xebatkaran bike."

'PISTÎ REFERANDUMÊ TIRS ZÊDE BÛ'

Tatlioglu da zanîn ku piştî referandumê tirs zêdetir bûne û wiha got: "Yên ji derve li Tirkiyeyê dinêrin dikirin ku dê li Tirkiyeyê dîktatorî bê avakirin. Rewşa welatên ku dîktatorî heye diyar e. Ger ku li Tirkiyeyê dema derdikevin derve ditirsin turîst jî ji ber tu nizanin dê çi bê serê wan nayên. Li Stenbolê êrîşa bombeyî ya li dijî turîstan çêbû ji bo vê mînak e. Tirkiye divê li hundir û derve polîtîkayên nerm bişopîne û aştiya mayînde pêk bîne. Di hestên baweriyê ya turîstan zêdetir bikin. Ji bo turîstan bikişînin divê xebat bê kirin."