Esnafên biçûk li ber îflasê ne

EDENE - Ji ber krîza aborî gelek sektor bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne û her wiha esnafên biçûk û navîn jî li ber îflasê ne. Amûrsazên avê yê li Edeneyê, diyar kirin ku her diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li gelek sektoran kiriye. Li gel vê, esnafên biçûk û navîn jî li ber îflasê ne. Yek ji van sektoran jî amûrsaziya avê ye. Li Ceyhanê esnafên ku tesîsatên avê li înşeatan saz dikin, anîn ziman ku her diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Esnafê bi navê Sabri Duman, dan zanîn ku ji ber Şaredariya Ceyhanê ya AKP'ê ruxseta înşeatan nade, karê înşeatan zaf kêm bûye û wiha got: "Edî mutehîd nikarin kar bikin. Duman, anî ziman ku zêdebûna dowîzê dibe sedema zemkirina hemû beran û wiha axivî: "Zêdebûna Buhabûna amûran bandorê neyînî li ser me dike. Li gor sala borî ji sedî 30-40 amûr buha buye. Kesên li Ceyhanê kar dikin, malzemeyan ji esnafên navçeyê nakirin. Bi piranî ji bajarên din dikirin. Karkerên li vir jî li wan înşeatan naxebitin. Çimkî, mutehîdê înşeatê çêdike karkeran ji bajarên din tîne. Yanî di her warî de Ceyhan tê mexdûrkirin."

'KAR WESTDAR E..'

Duman destnîşan kir ku kar rawestiya ye û ew tu karî nakin. Duman, bibîrxist ku her diçe rewşa wan xerabtir dibe û wiha berdewam kir: "Li Ceyhanê gelek esnafên ku amûrsaziya avê dikin hene, lê di warê pereyî de tenê du bayî hêzdar in. Duman, diyar kir ku ji ber ev bayî bi wadeyeke dirêj malzemeyan didin wan, hinekî be jî barê wan sivik dibe, lê belê bi giştî rewşa piyaseyê ne tu rewş e. Duman wiha domand: "Niha hemû esnaf li ber îflasê ne. Kar tune ye. Dema kar tune be; tu wateyeke ku dikan vekirî be jî tune ye. Niha çerxa pereyan nagere. Tu malzemeyan didî mutehîdan, lê çekeke ji bo 5-6 mehan dinivîse. Tu kar dikî, lê tu nikarî bedêla karkeriya xwe bistînî. Me li Yûmûrtalikê 4 daîre çêkirin. Ji ber daîre nehatin firotin, pereyê me jî nedan me. Niha welatî perçe perçe malzemeyan dikirin, em bi saya vê yekê çerxa dikanê digerînin. Em roja xwe bi vî awayî xelas dikin."

REWŞA SEKTORÊ NE TU REWŞ E

Li navçeyê esnafên ku nexwestin dîmenên wan bên kişandin, destnîşan kirin ku rewşa wan ne tu rewş e û her diçe karê wan nebaştir dibe. Esnafekî din ê ku li Ceyhanê amûrsaziya avê dike, dan zanîn ku westdariya li sektora înşeatê û krîza aborî bandoreke zêde li wan kiriye û wiha dawî li gotinên xwe anîn: ""Tu kar digirî û dikî, lê belê tu pereyan bi dest naxî. Çerxa pereyê germ nagere. Çerxa pere nagere. Em bi wadeyan kar dikin, lê nabe. Rewşa hemû sektoran ev e."