‘Krîza turîzmê Tirkiye 5 salan paşve xist'

ANTALYA - Serokê Giştî yê Sendîkaya DEV-TURİZM-ÎŞ'ê Mustafa Yahyaoglu, bal kişand ser qrîza turîzmê û diyar kir ku ev qrîz ancak bi zor di navbera 5-10 salan de bê derbaskirin. Yahyaoglu, anî ziman ku welatekî ku ji bazarê bê kişandin ketina wî ya bazarê pir zahmet e.

Krîza aborî û krîza turîzmê piştî nakokî û aloziya di navbera Tirkiye û Rûsyayê û xistina balafira Rûsyayê dest pê kir. Bi xistina balafira şer a Rusya êdî Rusya ambargoya turîzmê danî ser Tirkiye û krîza turîzmê li Tirkiye rû da. Ji ber krîza abori û tûrîzmê di destpêka demsala turîzmê de li peravên Derya Spî û Egeyê xalî ye û turîst nayên dîtin. Gelek navendên turîzmê vala ye û çavê mirovan li turîstan digere.

Serokê Giştî yê sendîkaya DEV-TURÎZM-ÎŞ'ê Mustafa Yahyaoglu, anî ziman ku her çend 4 mehên ewil ên 2017'an li gorî sala 2016'an ji sedî 2 rêje bilind bûbe jî rewşa turîzmê li Tirkiye pir xerab e. Yahyaoglu, anî ziman ku bandora krizê ya li ser turîzmê pêş ketiye dê heta 5 salên din jî bandora xwe berdewam bike û heta 10 salan dê bi zorê vê bandorê ji ser xwe bavêje. Yahyaoglu, da zanîn ku sedema krîza turîzmê ne tenê rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsya de ye û wiha got: "Divê mirov tenê vê krîza turizmê ji ber rageşiya di navbera Tirkiye Rûsya de negire dest. Li welatekî ku şer hebe kes naxwaze biçe wî welatî. Li cihê ku ewlehiya can û mal tune be turîst naçin. Kes naçe wî welatî betlanê nake. Li Tirkiye şer heye. Ji ber şerê heyî ne pêkan e welat ji krîza turîzmê rizgar bibe. Ji bo Tirkiye ji vê krîzê derbas divê berî her diştî bibe welatekî hemdem.

Yahyaoglu, anî ziman ku li Tirkiye bi milyonan kes debara xwe bi sektora turîzmê dikin. Hatina turîzmê ya Tirkiye nêzî 40 milyar dolar e. Di rewşa şer de hem karker, hem sektorên turîzmê û hem jî welat winda dike. Hem krîza balafira Rusya û hem jî teqînên bombeyan ên li Tirkiye turîzm xelas kir. Di sala 2016'an de hem me Rûsya û hem jî Ewropa winda kir. Sala par ji 600 hezar karkerên turîzmê 200 hezar karkeran dest bi kar nekir. Heqê xwe nestendin. Pereyê fonê betaliyê ku diviya bû bidana karkerên betal dan patronan. "

Yahyaoglu, ani ziman ku di 4 mehên sala 2017'an de her çend hinek turîst ji Rusya hatine jî bi piranî bazara Ewropa winda kirine û wiha got: "Her çend Serokwezîr Erdogan çû Rusya û wekî krîza di navbera Tirkiye û Rûsya de hatibe çareserkirin di çapemeniye de bê xuyakirin jî lê hêj pirsgirêka vîze nehatiye çareserkirin. Bazara Ewropa deriyê turîzmê li Tirkiye girt. Her çend di 4 mehên ewil de li gorî sala 2016'an de ji sedî 2 zêde bube jî hêj pir xerab e. "

Yahyaoglu, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo turîzmê gelek razemenî kirine, lê ji ber polîtîkayên şaş turîst nayên Tirkiye û ev razemeniyên hatine kirin xizmeta armanca xwe nakin û wiha got: "Em niha li Tirkiyeyeke ku ber bi serdema tarî ve diçe de dijîn."