Erdogan: Dowîzan hûr bikin bila tl bi qîmet bibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, têkildarî têkçûna aboriya Tirkiye axivî û got: “Di bin balîfê kê de dowîz hebe bila bikin zêr û lîreyê Tirk. Werin dowîzên xwe hûr bikin. Dîsa dibêjim, qeyran wê bandorê li me neke û di ser me re derbas be.”

Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan, di vekirina otonomi-atomotîvê ya li Enqereyê de axivî. Erdogan têkildarî têkçûna aboriya Tirkiye û bêqîmetbûna tl yên Tirkiye axivî. Erdogan têkildarî buhabûna dowîz û erzanbûna tl bang li welatiyan kir û got: "Werîn dowîzên xwe hûr bikin. Di bin balîfa kê de dowîz hebe bila bên hûr bikin û dowîzên xwe bikin zêr û tl. Ez ji bo xwedê ji we hez dikim. Bila pereyê tirk bi qîmet bibe. Ez dubare dibêjim qirîz dê di ser me re derbas bibe.

DIVÊ BANGA NAVENDÎ FAÎZÊ BIXE

Erdogan, ji Banga Navendî (MB) xwest ku faizê kêm bike û got: "Înşallah di mijara faizê de jî min heman tişt ji hevalên xwe re got. Ez dibêjim ji daxistin û kêmkirina faizê zêdetir çare tune. Dîsa dibêjim li DYA faîz zêde ye? li Ewropa faîz zêde ye? Li cem wan ew qas kêm e çima li cem me ew qas erzan e? Em dê pir bixebitin li dersên xwe jî pir bixebitin. Ez dîsa dibêjim qrîza aborî dê di ser me re derbas bibe."

Erdogan, têkildarî pirsgireka aboriya Tirkiye û cîhanê di 27'ê Cotmeha 2008'an de dîsa gotibû dê krîz di ser me re derbas bibe, lê krîzê li Tirkiye xistibû û betalî derketibû asta jor.