ANTALYA - Bajarê herî dirokî yê antîk Perge ku 2 hezar sal emrê wî heye, ji ber krîza aborî bêxwedî û bê ziyaretvan ma. Peywirdar û esnafên li bajarê antik diyar kirin ku, her sal di meha Nîsan û Gulanê de ev der ji turîstan xalî nedibû, lê ev 2 sal in bêdeng e. Esnafan dest nîşan kirin ku, ji ber polîtîkayên AK Partiyê bajarê antîk xalî bûye.
Bajarê Antîk ê Perge ku yek ji bajarê herî dîrokî ye ji ber pirsgirêkên li Tirkiye êdî wekî berê ziyaret nakin. Ji ber ku li Tirkiye gelek bombe hatin teqandin û krîza di navbera Tirkiye û Rusya, Tirkiye Ewropa de du salin turîst nayên Tirkiye. Bajarê dîrokî û antîk ê Berîya Zayinê hatiye avakirin 2 salin bê xwedî û bê turîst maye. Bajarê antîk ê dîroka zindî ye û gelek çand û çîrok li ser pişta xwe parastiye bêdeng û xalî maye. Piştî Tirkiye balafira şer a Rûsyayê di mijdara 2015'an de xist û DAÎŞ'ê gelek bomle li Stenbol û bajarên din teqand, êdî turîst nayên Tirkiye.
Erkdar û peywirdarên Bajarê Antîk Perge diyar kirin ku 2 salin turîst wekî berê nayên û wiha gotin: "Bi taybeti di mehên nîsan û gulanê de cih tune bû ku turîst lê rawestin. Tije turîst û ziyaretvan dibûn. Lê 2 salin turîst nayên vir. Ji ber polîtîkayên AKP'ê êdî turîst nayên Tirkiye û nayên bajarên antîk. Jina esnaf Hulya Yaşar ku di ketina bajar de diyariyan difiroşe, diyar kir ku ji ber wekî berê turîst nayên vir êdî nikare diyariyan bifiroşe û nikare debara xwe bike. Yaşar, anî ziman ku piştî rageşiya di navbera Tirkiye û Rusya de êdî bandora neyînî li ser turîzmê kiriye. Yaşar, heta 2 sal berê di van mehan de cihê derziyê tune bû û turîst wekî axê pir bûn. Lê niha tenê çend kes tên vir. Ji ber polîtîkayên hikûmetê turîst nayên vir û esnafên vir îflas dikin. Welatiya bi navê Gulfer Îzlemiş jî anî ziman ku ev polîtîka turîzm û aboriyê têk dibe û ji bo aboriya Tirkiye întîhar e. Îzlemiş jî anî ziman ku 6 salin di ketina bajar de alav û amûrên diyarî difiroşe û wiha got: "Niha bajar xalî û bê xwedî maye. Ev me pir xemgîn dike. Sedema krîza turîzmê ne tenê xistina balafira Rusya ye. Di salên dawî de bi dehan bombe li nava bajaran teqiyan û bi sedan mirov hatin kuştin. Di nava van mirovên hatin kuştin turîst û mirovên biyanî jî hebûn. Divê Tirkiye di serî de navera xwe ya Rusya û welatên ewropa rast bike. Ji bo Tirkiye vegere rojên berê divê hem li hundir û hem jî li derve maseyên çareseriyê ava bike."