MÊRSÎN- Cotkarên ku dewlet piştevaniya wan nake, ketina nav pençikên banke û selefxuran. Hilberînerên ku, ji ber nikarin krediya xwe bidin serayên wan hatine îpotekkirin wiha gotin: "Kes ji halê cotkaran fêm nake. Bi hêviya ku dê karê me baş bibe me kredî kişandin. Her sal em zehmetiyan dikişînin, lê em mecbûr in. Wekî din karekî ku em bikin tune ye."
Li Mêrsînê, serevanên ku bi felaketa lehiyê re dest bi serdema debrê kirin, niha bi mueyîdeyên aborî re rû bi rû ne. Hilberînerên ku berên xwe ji lehiyê xelas kirin û niha wan bi zirarê difiroşin, ji ber nikarin krediyên ku ji bankeyan kişandine bidin, niha serayên wan tên îpotekkirin. Cotkarên ku her sal krediyan dikşînin û deynê xwe didin, niha ji faîz û deynan nizanin dê çi bikin.
Serevanên ku li bajaroka Kazanli ya Akdenîzê bi hilberîniya îsotan debara xwe dikin, ji ber ku berên xwe di biniya maliyetê de difiroşin, niha bi rojên zehmet re rû bi rû mane.
'HER TIŞT TÊ ZEMKIRIN, LÊ...'
Hilberînerê bi navê Zulfikar Erkuş, dest nîşan kir ku îsal hemû hilberînerên li herêmê xisirîne û wiha got: "Her tişt tê zemkirin. Buhayên dermanan, heqê karkeran, hema her tişt zem xwariye. Lê belê, buhayên îsotan ketine. Pêşî divê di warê buhayên îsotan de sererastkirinek bê kirin. Heke em di biniya maliyetê de bifiroşin, em ê bixisirin."
'ÎSAL JÎ EM XISIRÎN'
Erkuş, diyar kir ku Komîsyonvanên Tespîta Halê buhayên îsotan xelet diyar kirine. Erkuş, xwest ku komîsyonvan careke din vê rewşê di ber çavan re derbas bikin. Erkuş, dest nîşan kir ku bankeyan dest daniye ser gelek serayên li herêmê û wiha domand: "Em her sal dibêjin 'sala bê em ê bidin' û bi vî awayî em ji bankeyan krediyan dikşînin, lê em nikarin bidin. Ji ber vê em deyndar dibin. Li Kazanliyê gelek cotkar bûne deyndarên bankeyên cuda. Ji ber van deynan banke dest danîne ser gelek serayan. Yanî îsal jî em xisirîn."
'KES JI HALÊ COTKARAN FÊM NAKE'
Serevan Mahmut Yigit jî, bertek nîşanî dîmena ku li raya giştî wek ku tu tişt nebûne tê nîşandan da û wiha axivî: "Bila bên û bibînin ka cotkar çi dikişînin. Krediya ku cotkar ji bankeyan dikşînin zaf zêde ye. Qaşo dê di bin navê sererastkirinê de alîkariya cotkaran bikirinan, lê ew jî tune ye." Yigit, dest nîşan kir ku îcra hatiye ser serevanên li herêmê û wiha giliyên xwe kirin: "Kes ji halê cotkaran fêm nake."
Yigit, anî ziman ku gelek cotkar bi faîzên zêde bûne deyndarê selefxuran û ev tişt ragihandin: "Cotkar 1'ê ji selefxuran distînin, lê 10'an didin wan. Selefxur û bankeyên ku bi van faîzan pere dan me, çek nesprtin me. Me wek deynê namûsê stend. Bi hêviya ku dê karê me baş bibe me kredî stendin. Her sal em zehmetiyan dikişînin, lê em mecbûr in. Wekî din karekî ku em bikin tune ye."