ÎZMÎR - Li Tirkiye krîza aborî bandora xwe li ser hemû beşên jiyanê dike. Yek ji sektorên di zorê de ye sektora çîçekvanan e. Çîçekvanên di bin deynan de dest bi demsalê dikin ji demsala 2017'an bê hêvî ne.
Li navçeya Bayindir a Îzmirê ku nêzî 600 cureyên çîçekan tên çandin, salê nêzî 250 milyon çiçek tên çandin û firotin. Çîçekvanên ku debara xwe bi çandin û firotina çîçekan dikin ji ber polîtîkayên derve û navxweyî yên Tirkiye bi gazinç in. Çîçekvan diyar dikin ku li şûna qezenç dikin ketine bin deynan û ji demsala 2017'an a çîçekan bê hevî ne.
Çîçekvan Suleyman Petekkaya ku tevî malbata xwe li navçeya Bayindirê 5 salin li ser 4 dolim zevî çandiniya çîçekan dikin, diyar kir ku îsal nêzî 100 hezar çîçek çandine. Petekkaya, anî ziman ku gelek lêçûna çandiniya çîçekan heye û wiha got: "Çîçekên ku 3 sal berê min bi 3 TL difirotin ez niha 70 krş difiroşim. Ceyran, av, ax hemû bi pereyan e. Her tişt zem dibe, lê buhayê çîçekan zêde nabe. Lêçûn zêde ye, lê firotin kêm û erzan e. Em ji saetên sere sibê derdikevin dest bi xebatê dikin heta saetên êvarî dixebitin. Em bi şev ji malê derdekevin û bi şev tên malê. Em bi qasî li çîçekan dinerin, em ew qas li zarokên xwe nanerîn. Em kedek gelek mezin didin. Em bang li rayedaran dikin ku dîsa pêvajoya aştî û çareseriyê bidin destpêkirin."
POLÎTÎKAYÊN ŞER FIKARÊN ME ZÊDE DIKIN
Çîçekvan Şaban Yaşar, jî anî ziman ku bi rêbazan baranê çîçekan av dide û 15 salin çîçekan diçîne û difiroşe. Yaşar, anî ziman ku di 2 salên dawî de karê wan pir xerab e û wiha got: "Roj bi roj firotina çîçekan kem dibe. Di sala 2016'an de min bi 20 TL çîçek firotin. Demsala 2017'an dest pê kir, lê hêj firotina çîçekan dest pê nekiriye. Min di mehekê de 20 hezar saksi stendin. Em hemû tiştî bi pereyan û li hemberî dolaran distînin. Êdî dolar bi rîsk e. Dema dolar zêde dibe hemû lêçûn jî zem dibe. Saksi zem dibe. Îsal 40 hezar lêçûna min çêbû. Me berê karker di çandiniyê de didan xebitandin. Lê êdî em nikarin karkeran bidin xebitandin. Em nikarin heqê wan û mesrefa wan bidin wan. Îsal jî dê qezenca me tune be. Sala par ji ber şer firotin kêm bû. Ji ber şer min bi hezan şitlên darên çamê avêtin çopê. Ger ku Tirkiye ber bi aramiyê v e biçe rewş dîsa baş dibe. Şerê li Tirkiye bandorek mezin a neyîni li ser me dike. Niha 150 hezar Çîçek û darên me yê li benda firotinê hene. 300 hezar şitlên me hene. Lê ji ber şer kes nayê çîçekan nagire. Em mesrefek gelek zêde lê dikin, lê nayên firotin. Ji ber şerê heyî kes êdî wekî berê çîçekan nakire. Em dixwazin şer bi dawî bibe."
Çîçekvan Mesut Sursalan jî anî ziman ku 200 hezar çîçek çandine û wiha got: "Di sala 2016'an ji ber krîza heyî min 15 dolim zeviyên xwe firotin. Maliyeta gulek 4 salî 6 TL ye. Lê em bi buhayê lêçînê difiroşin. Di firotinê de tu qezenca me çênabe. Keda me vala diçe. Em krêdî ji bankayan dikişînin, lê em heqê keda xwe nastînin. Em 300-400 hezar kredî ji banka dikişînin û em dibin deyndarên bankayan.
Em niha hemû denydarên bankayan in.
'MIN 100 HEZAR ÇÎÇEK AVÊT ÇOPÊ'
Sursalan, anî ziman ku ger şer bi dawî nebe û rewş ber bi aramiyê ve neçe dê hemû zeviyên xwe bifroşe û wiha got: "Sala par ji ber min nekarîbî bifiroşe min 100 hezar çîçek avêtin çopê. Şitlên darên herwistê (ardiç) ku min di sala 2016'an de bi 3 TL firotin, ez niha bi 1 TL difiroşim. Min sala par 17 hezar şitlên darên hevrist (ardiç) firotin. Lê îsal nikarin bifiroşim."