ÊLIH - Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê, li herêmê gelek esnaf ji ber deynan derabeyên xwe danîn. Li herêmê yek ji van bajaran jî Êlih e. Ji 7'ê Hezîranê heta niha li Êlihê, nêzî 800 esnafî derabeyên xwe danîne.
Yek ji wan bajarên ku navenda petrolê ye, Êlih e. Di heman demê de yek ji wan bajara ye ku potansiyela gelheya wê ya ciwan û rêjeya betaliyê lê zêde ye. Li Kolana Gulistanê ya Êlihê ku kolana herî qelebalix e û hema bêje çerxa aboriyê bajêr lê digere, niha gelek esnaf ji ber krîza aborî derabeyên kargehên xwe danîne û yên mayî jî hem deyndar in û hem jî bi zirarê firotinê dikin.
‘NÊZÎ 800 ESNAF DERABEYÊN XWE DANÎN'
Serokê Odeya Esnaf û Sinetkaran a Êlihê Talat Kara, dest nîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê bandoreke zêde li esnafên Êlihê û herêmê kiriye. Kara, diyar kir ku krîza aborî ji ber pêvajoya pevçûnî xwe daye der. Kara, da zanîn ku ji 7'ê Hezîranê heta niha li Êlihê nêzî 800 esnafî derabeyên xwe danîne û wiha axivî: "Li Êlihê esnaf ji ber krîza aborî nikare kar bike. Gelek esnaf jî bi zor û heft bela li ser piya disekinin. Dema em dibêjin esnaf, yanî ronahî û zîndebûna kuçe û kolana. Lê belê, niha ev zîndebûn winda bûye."
KOLANA GULÎSTANÊ NE WEK BERÊ YE
Kara ê ku got, “Em li bajarekî ku her diçe pirsgirêkên esnafan zêde dibe ne", anî ziman ku Kolana Gulîstanê ya ku wek dilê Êlihê tê zanîn û navenda aboriya bajêr e, êdî ne wek berê zînde ye. Kara wiha axivî: "Kolana Gulîstanê dilê Êlihê ye. Di heman demê de, herî zêde esnaf li vir in. Lê îro li vir esnaf di bin şert û mercên zehmet de ne. Li vir, gelek esnafên me derabeyên xwe danîn û em dibînin ku êdî hatine wê asta ku nikarên prîmên SSK'ê yên xebatkarên xwe bidin."
BAJARÊ PETROLÊ YE, LÊ BELÊ RÊJEYA BETALIYÊ ZÊDE YE
Kara, dest nîşan kir ku li ser krîza aborî bandora pêvajoya pevçûnî zaf zêde heye û wiha domand: "Di vê pêvajoya pevçûnî de herî zêde em esnaf zirarê dibînin. Wek esnafan em dixwazin demildest vegera li pêvajoya çareserî û aştiyê çêbibe. A rast, Êlih bajarê petrolê ye. Hema bêje ji sedî 70'yê rezervên petrolê li bajarê me ye. Di heman demê de yek ji wan bajarên ku gelheya wê ya ciwan zêde ye jî. Lê niha yek ji wan bajarên ku herî zêde ciwan betal in bi xwe ye. Ji ber vê yekê, ji bo îstihdamkirina ciwanan û çareserkirina pirsgirêka betaliyê divê em çareseriyên mayînde bibînin."
JI BO ÊLIHÊ TU VEBERHÊNANÎ NEHATINE KIRIN
Kara, projeyên hikûmetê yên di bin navê "navendên cazîbeyê" yên ku 23 bajaran di xwe de dihebînin jî nirxandin û wiha got: "Yek ji wan bajarên ku daxilî çarçoveya navendên cazîbeyê hatiye kirin jî Êlih e. Hikûmetê gotibû, ji bo betaliyê ji holê rabikin û îstihdamê peyde bikin, wan ev proje daye destpêkirin. Lê heta niha ji bo tu projeyê xebat tune ne. Di çarçoveya navendên cazîbeyê de ji bo bajarê me tu veberhênanî nehatiye kirin. Heke hûn dixwazin ji bo Êlihê veberhênaniyê bikin, divê hûn veberhênaniyên xwedî çareseriyên mayînde bikin."
‘DIVÊ EM LI HEMBERÎ MARKETÊN KÛREWÎ KOOPERATÎFAN ÇÊBIKIN'
Kara, dest nîşan kir ku esnafên biçûk nikarin xwe li hemberî market û navendên danûstendinê rabigirin. Kara, diyar kir ku divê li hemberî vana kooperatîf bên çêkirin û wiha axivî: "Her ku diçe esnafên me yên biçûk winda dibin. Sedema vê jî xeleka marketên kûrewî û AVM ne. Bi taybetî li her kuçe û kolanên Êlihê mirov rastî vana tê. Tevî esnafên xwe yên biçûk bi çêkirina kooperatîfan em dikarin li hemberî van marketan xwe rabigirin." Kara, anî ziman ku ew ber bi meha Remezanê ve diçin û wiha bang li esnafan kir: "Divê em esnaf tu carî destûrê nedin firsendiya meha Remezanê. Belê, em dizanin rewşa aborî ya esnafên me nebaş e, lê em naxwazin buha bên zemkirin."