Hem dixwin hem debara xwe dikin

WAN - Welatiyên Wanê yên sewalkariyê dikin û debara xwe bi qatixê şîr dikin, diyar kirin ku ew pincarên wekî sîrik û mendê tev li penêr dikin û tama penêr xweş dikin. Welatiyan bertek nîşanî qedexeyên zozanan dan û diyar kirin ku ger zozan qedexe be pincar jî tune. Welatiyan da zanîn ku pincar tunebe debar jî û taştê jî tune.

Li herêma Serhedê û bi taybetî bajarên Wan, Sêrt, Colemêrg, Bedlîs, Mûş û Agiriyê debar li ser sewalvaniyê ye. Ji ber ku sewalkarî li vir zêde ye, penêr jî zêde ye. Penêrê herêma Serhedê û bi taybetî penêrê Wanê bi giha û pinçarê xwe navdar e. Welatiyên debara xwe bi sewalkariyê û penêr dikin herî zêde giha û pinçarên wekî Sîrk Mendê û Siyabo tev li penêr dikin û tamê li ser tamê zêde dikin. Dîsa ji ber cureyên giha, pinçar, kulîlk û nebatên xwe hingivê Serhedê jî pir navdar e. Ji ber vê yekê taştêyên Wanê ku bi taybetiya penêrê giha û hingivê zozanan di cîhanê de deng veda ye.

Lê ji ber îsal zozan û çiya li welatiyan hatiye qedexekirin welatî nikarin kewarên mêşên hingiv û keriyê pezên xwe bibin zom û zozanan. Ger ku zozan bên qedexekirin pez û sewalên din nikarin biçêrin û nikarin şîr bidin. Dîsa ger ku zozan bên qedexekirin mêş nikarin hingiv çêkin. Her wiha dema zozan bên qedexekirin welatî nikarin pinçarên wekî sîrik, siyabo û mendê kom bikin û tev li penêr bikin. Nikarin jajî, penêrê bi giha çêkin û nikarin sifreyên salonên taştê yên Wanê dewlemend bikin.

Li navçeya Ebexê ya Wanê jinên ku diçin pincar kom dikin, îsal ji ber zozan hatin qedexekirin bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinên ku her sal piştî berf dihile û pincar geş dibe di saetên serê sibê de diçin pincar kom dikin û tev li qatixê şîr dikin. Jinên ku penêr çêdikin her sal nêzî mehekê pincar kom dikin û tev li penêr û jajiyê dikin. Hin kes pinçar li ser dezgehan difiroşin û debara xwe dikin, hin kes pincarên kom dikin tev li qadixê xwe dikin û bi firotina mast, penêr û jajiyê bi pinçar debara xwe dikin. Welatiya bi navê Bedevî Şimşek, diyar kir ku ew rojê 10 saetan diçin li çiya û zozanan digerin û bi kedek mezin pinçar kom dikin û wiha got: "Pincarê ku em bi 3 tl difiroşin kesên bazirgan 3 qat buha difiroşe esnaf û welatiyan. Em kedek mezin didin. 10 salin her demsalên baharê em li Payizava û Ebexê sîrik, siyabo û mendê kom dikin. Em debara xwe bi pinçar kom dikin. Ger ku pinçar tune be debar jî tune. Ger ku pinçar tune be taştêya Wanê jî tune. Hin ji me tenê pinçar difiroşin. Hin ji me tev li penêr dikin û difiroşin. Ez pinçarê kom dikin tev li penêr dikim û difiroşim.

Jina bi navê Zeynep Budak jî anî ziman ku bi komkirina pinçar debara xwe dike û wiha got: "Em di demsala baharê de şîr heyvan dikin û dikin penêr. Dema em şîr heyvan dikin em pincarê sîrik, mendê û siyabo jî tev lê dikin. Pîvan û cureyên pinaar û giha li gorî bijartin û zewqê ye. Piştî em şîr heyvan dikin em şîr baş dikekîlin û piştre pinçar dev lê dikin. Em penêr dixin parzûn ango telîsan. Heta ku ava xwe berdide 5-6 saetan tê parzinandin. Piştî hat meyandin û av berda em xwê dikin.