ENQERE - TUÎK, beyî ku bi milyonan kesên betal ên dest ji lêgerîna kar berdane hesab bike, rapor aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên Sibatê 3 milyon û 900 hezar kes betal in.
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK) rapora meha Sibatê ya betalan aşkere kir. Li gorî raporê rêjeya betaliyê 1,7 zêde bû û gihişt asta 12,6’an.
676 HEZAR BETAL LI KARWANÊ BETALAN ZÊDE BÛN
Li gorî rapora meha Sibata 2017’an li tevahiya Tirkiye hêjmara betalên temenê wan 15 û jora 15 salî 676 hezar kes li karwanê betalan zêde bû û hêjmara betalan gihişt 3 mîlyon û 900 hezar an.
Li gorî sibata 2017’an li gorî salek berê 500 hezar karker zêde bûn û hêjmara karkeran derket 26 milyon û 956 hezar kesan. Di sektora çandiniyê de 160 hezar û di sektorên din de jî 340 hezar karker zêde bûn.
KARÊ BÊ EWLEHÎ ZÊDETIR BÛYE
Li gorî raporê hêjmara karkerên bê sîgorta û bê ewlehî dixebite li gorî salên berê zêdetir bûye. Li gorî daneyan ji sedî 0,7 zêde bû û hêjmara karkerên bê ewle dixebitin derket ji sedî 32,8.