'Em ne bê hêvî ne, rê pir in'

WAN - Mamosteyê dîrokê Adem Şahin ku hat îxrackirin tevî hevalên xwe yên hatin îxrackirin kargerî vekir. Şahin, bagn li hemû kedkarên hatin îxrackirn kir ku bê hevî nemînin û rêyên alternatif ên debarê pir in.

Mamosteyê dîrokê Adem Şahin, mamosteyê zimanê Tirkî Ferhat Turkoglu û Mamosteyê dibistana seretayî Îrem Vural, ku bi KHK'ê hatin îxrackirin kargeriya cafeyê vekirin û 7 mehin debara xwe bi kargeriya cafeyê derbas dikin. Mamosteyan xwest bê hêvî nemînin û gelek rêyên alternatif ên debar û jiyanê hene. Mamosteyê dirokê Şahîn ku 4 salan li Lîseya Adadolu ya Cumhuriyetê mamosteyî kir, piştî ji kar hat îxrackirin cafe vekir û 7 mehin kargeriyê dixebitîne. Şahîn, anî ziman ku ji ber xebaten sendikayê û tev li çalakiya greva birçîbûnê ya KESK'ê ku bi hişyariya ‘Bila zarok neyên kuştin" pêk anîn ji kar hatin dûrxistin.

Şahin, anî ziman ku piştî hatin îxrackirin dîsa di nava civakê de li rêyên alternatif ên debarê geriyan û cafe vekirin. Em vir hem wekî qada piştevanî, şêwirmendî û hem jî qada debarê bikar tînin. Em di saetên serê sibê de kargeriya xwe vedikin û heta 12’ê şevê vekirî dimîne. Me li vir her tişt bi destê xwe çêkiriye, Me fikrên xwe li vir neqişandine. Em hemû jiyana xweş em li vir dijîn. Tiştê di jiyana mamostetiyê de me nejiya em li vir dijîn. Li vir civakîbûn û şêwirmendî gelek xurt û pêşketî ye. Em bi keda xwe li ser piyan dimînin û ev bêtir hêzê dide me. Em li karê xwe vegerin jî dê dîsa debar û karê alternatif di jiyana me de hebe.

Şahin, anî ziman ku hikûmetê hem ew îxrac kirin û hem jî destûr nadin ku kargeriyan jî vekin û wiha got: "Ji ber ku SSK, Bagkur û ewlehiya tenduristiya me tune me nekarîbû vir li ser navê xwe vekin. Rayedaran bi hinceta lewheya bacê û ruhsata wê tune hatin girtin. Bi awayekî keyfî cafeya me mohr kirin. Dema me sedema wê pirsî diyar kirin ku wan ferman ji midûriyeta polîsan girtiye.

Pişti hat mohrkirin hefteyek şûnde me dîsa ruhsat û karên fermî temam kir û dîsa vekir. Şahin, anî ziman ku ev ne tenê cihê mamoteyan û çend kesan e û gelek xwendekar jî tên vir û hem mamoste û hem jî xwendekar bi hevre di nava piştevanî û şêwirmendiyê dene.

Şahîn anî ziman ku ji bo vê pêvajoya tarî derbas bikin pêdivî bi têkoşînê heye û wiha got: "Divê her dem em bi hevî bin. Ger ku hevî û berxwedan hebe debar û alternatif jî hene. Her tiştek rê, rêbaz û alternatifek heye. Divê em tu carî wekî qeder nebînin û razî nebin. Divê em bêtir dengê xwe bilind bikin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em ji hemû kedkarên cemaweriyê yên hatin îxrackirin dikin ku li şûna li benda mehê bimînin bila têkevin nava hilberîn, afirandin û tev li kedê bibin. Bila kargeriyên xwe bi xwe vekin."