Veguhêzker: Kapasîteya me nêvî nêvî daketiye

MÊRSÎN - Serokê Komeleya Veguhezkerên Mêrsînê Îlyas Yazirlioglû diyar kir ku, bi zêdebûna Dolarî re êdî ew nikarin tu karî bikin û kapasîteya guhastinê ya veguhêzkaran ji sedî 50'î ketiye.

Dema li daneyên îthalat û îxracata Tirkiyeyê tê nihêrîn, tê dîtin ku di sal û nîveke dawîn de ketineke pêr zêde çêbûye. Di daneyên ku ji aliyê Wezareta Rêya Hevrîşîmê û Gumrukê hatin daxuyandin de, di cotmeha 2015'an de derketina 167.171 wesayîtî pêk hatiye û di cotmeha 2016'an de jî derketina 92.085 wesayîtî pêk hatiye. Dîsa di mijdara 2015'an de jî derketina 160.369 wesayîtî û di mijdara 2016'an de jî derketina 96.085 wesayîtî pêk hatiye. Serokê Komeleya Veguhêzkerên Mêrsînê Îlyas Yazirlioglû jî dest nîşan kir ku, li gor rêjeyên sala çûyîn îsal kapasîteya guhastina veguhêzkaran ji sedî 50'î ketiye û got, aîdî wan bi sedan şîrketên veguhêzkariyê hene, lê ji ber geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê ew zêde rastî tengasiyan tên.

‘EM NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN'

Yazirlioglû anî ziman ku, ew bi sala ne di vê civakê de wek xwişk-bira dijîn û bazirganiyê dikin û wiha got:"Li welatê me piştî hewldana derbeyê, bi bûyerên wek girtina parlementerên me em di pêvajoyeke nebaş re derbas dibin. Ji ber pêvajoyê, fabrîqe nikarin hilberînê bikin. Divê fîrmayên me mal hilberînin ku, em karibin veguhêzînin an jî divê mal bişînin derve ku em karibin kar bikin." Yazirlioglû dest nîşan kir ku, divê zêdebûyîna Dolarî tenê wek zêdebûna Dolarî neyê şîrovekirin û wiha axivî:"Tê wateya zêdebûna benzînê, zêdebûna betaliyê. Ji ber em nikarin bixebitin, em nikarin deynên xwe jî bidin. Ji ber vê gelek fîrmayên me, ji neçarî kargehên xwe girtin."

‘EM BÊYÎ HEQDEST AJOKARÊN JI BOYÎ DESTÛRÊ DIŞÎNIN'

Yazirlioglû anî ziman ku, di serî de ji bo welatên wek Iraq, Sûriye û Rûsyayê wan gelek îxracat dikir û diyar kir ku, ji ber şer ew bi gumana ewlehiyê nikarin kar bikin. Yazirlioglû wiha behsa pirsgirên xwe kiririn:"Me gelek wesayîtên xwe li cihê parkê rawestandine. Em ji neçarî bêyî heqdest ajokarên xwe ji boyî destûrê dişînin."

‘HEKE EM MAL VENEGUHÊZÎNIN WÊ REWŞA ME NEBAŞ BE'

Yazirlioglû anî ziman ku, bênavber zêdebûna Dolarî karê veguhêzkeran jî ditengijîne û wiha got:"Hêza kirînê bi zêdebûna Dolarî dikeve û ev xetereyeke dijwar e. Em dixwazin baweriya xwe bi daxuyaniyên hikûmetê bînin, lê belê li holê rastiyek heye, kirînên me kêm bûn, li gor serê perçe maliyet zêde bûn, mesrefên me zêde bûn û dibin. Temeniya me ew e ku, ev krîz demildest ji holê rabe û em li bendê ne ku, bi hestiyarî nêzî vê mijarê bibin." Yazirlioglû anî ziman ku, niha bi awayek,î diyar bêkarîtiya wan heye û got, heke ew mal veneguhêzin wê her biçe rewşa wan xerabtir bibe.

‘AJOKAR LI BENDA KAR IN'

Yazirlioglû got, veguhêzker tu pereyî qezenc nakin û wiha got:"Dema ajokar qontaxê lêdixe mesrefên wî dest pê dikin, diçe xeracê pere dide, xwarinê dixwe pere dide. Em dixwazin sektora me demildest zînde bibe. Em dixwazin demildest Dolar kêm bibe, buhayên mazotê kêm bibin." Yazirlioglû diyar kir ku, tenê şik û gumana wan gumana nanî ye û wiha got:"Gelek ajokarên endamên me ne, li benda kar in. Texteyên li pêş fîrmayên me vala ne, valabûyîna texteyan tê wateya kar tune ye."