ÎZMÎR - Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmîrê Ferdan Çiftçi, balê kişand ser rewşa cotkarên ku ji ber krîza aborî û polîtîkayên çandiniyê heta qirikê di nav deynan de digevizin û dest nîşan kir ku, di sala 2002'yan de deynê cotkaran milyarek bû, lê niha ev deyn bûye 73 milyar.
Cotkar ji ber krîza aborî û polîtîkayên çandiniyê heta qirikê di nav deynan de ne. Li gor daneyên 2016'an ên Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê; di sala 2002'yan de erdê ku di asta çandinî lêbê kirin de 26 milyon û 579 hektar bû, lê ev hejmar di sala 2016'an de daketiye 23 milyon û 763 hektarî. Her wiha di sala 2003'yan de li Tirkiyeyê hejmara cotkarên tomarkirî 2 milyon û 765 hezar bû, ev hejmar di sala 2016'an de daket 2 milyon û 765 hezarî. Ev reqamên ku bandoreke neyînî li cotkaran kirin, wek deynên krediyê li wan vegeriya. Di sala 2002'yan de deynê cotkaran milyarek bû, lê ev hejmar di sala 2016'an de bû 73 milyar lîre.
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmîrê Ferdan Çiftçi, vê rewşê nirxand û wiha axivî: "Dema mirov li hin beran dinihêre dibêje qey geşedanek heye, lê dema em li yekûna wê dinihêrin em bereksê vê dibînin. Cotkarên me ji jiyana xwe ne memnûn in. Çimkî, di 12-13 salên dawî de di navbera maliyeta ketanan û buhayên kêm ên beran de asê mane. Di 14 salên dawî de bi nêvengî ji sedî 5 maliyeta ketanan zêde bû. Di 2 salên dawî de Dolar zaf zêde bû. Ev bû sedema zêdebûna maliyetên hilberîneran. Çimkî Tirkiye di warê sotemenî, gubre, derman û tovan de welatekî ku girêdayî derve ye. Li gor vê dîmenê heke hilberîner nikaribe qezenc bike, dê rewşa mezêxêr çi rewş be? Mezêxêr ji buhayên zebze û fêkiyan nerazî ne. Ewçax li vir xeletiyeke mezin heye. Sedema vê jî polîtîkayên xelet ên çandiniyê ne."
'HILBERÎNER NE KÊFXWEŞ IN'
Çiftçi yê ku got hejmara kesên ku krediyên çandiniyê bi kar tînin zêde bûne, anî ziman ku krediya ku cotkar bi kar tîne ne li gor maliyetê ye. Çiftçi, balê kişand ser xitimandina pergalê û got ku, di sala 2002'yan de deynê cotkaran milyarek bû, lê belê îro ev deyn bûye 73 milyar lîre. Çiftçi, bang kir ku divê demildest dev ji van polîtîkayên heyî bên berdan. Çiftçi, anî ziman ku berên hilberîneran bi buhayekî kêm ji destê wan dertên, lê belê bi buhayên fahîş xwe digihînin mezêxeran. Çiftçi, bi bîr xist ku li gel navbeynkaran bandora marketên xelekî yên ku buhayan diyar dikin jî li ser vê heye. Çiftçi, ragihand ku divê erdê cotkar û sifreya mezêxêran nêzî hev bibin û wiha got: "Divê hilberîner û mezêxer bi avakirina kooperatîfan xwe bi rêxistin bikin."
Her wiha Çiftçi, anî ziman ku tu hêviya wan ji sala 2017'an tune ye û wiha got: "Hilberîner jî ne kêfxweş in." Herî dawî Çiftçi got ku, divê piştevaniya hilberîneran bê kirin û bi polîtîkayên rast aramî bê peydakirin.