Di Soçî de hemû tişt ne hatine çareserkirin: Krîza genim dîsa dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Putîn re got “Ji bilî firingî me li hev kir” li ser hevdîtinê re hefteyek derbas bû carekdin krîza genim hat rojevê. Tirkiyeyê vê carê îtalata genim bi sînor kir.

Serokomar Tayîp Erdogan piştî li Soçiyê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtin pêk anî got “Ji bilî firîngî, di mijara rakirina sînorên tiştan de em li hev hatin” hêjî li ser van gotinan re hefteyek derbas bûye krîza genim hat rojevê.

LI DIJÎ QEDEXEYA FIRINGIYAN

Her çiqas rayedarên Rûsyayê diyar kirin ku ew ê sînordarkirin li pêşberî berhemên zeviyan di hefteyekê de rakirin jî dê qedexeya firingiyan bidome. Tirkiye li dijî qedexeya firingiyan carek din keysa xwe ya gemin xist dewrê. Li gorî nûçeya rojnameya Dunyayê, di çarçoveya Belgeya Destûra Karên Daxil (DİİB) a ji aliyê Wezareta Aboriyê ve hatiye dayîn de, di îtalata ji aliyê Federasyona Rûsyayê hat kirin de dê ji sedî 20’ê mîktarê gemin ê di hatiye nivîsîn were dayîn.

Îhtalatkarên Komeleya Peydakerên Dexl û Dan (HUBUDER) ên ku tevlî konferansa “Ber bi Palehiya Tirkiye û Cîhanê ya Dexl a 2017-2018” a Enqereyê bûn diyar kirin ku pêkanîna nû zirarê dide wan, dê îxracata rayedarên lixwegirtinan nerênî bandor bibe û dê maliyeta îthalatê zêde bikin.

TIRKIYE ZIRARÊ DIDE XWE

Îhtalatkarên di konferansê de axivîn wiha gotin: “Wezareta Aboriyê, di Destûra Karên Daxilê (DİİB) de ji firmaya ku 3 hezar ton destûra îthalatê heye, destûra 600 ton dide. Her çiqas wekî pêkanîneke li dijî Rûsyayê dê dîtin jî ya rast zirarê dide me. Teahûdên me jî hene. Em genimê digirin dikin ard û difiroşin. her wiha ev pêkanîn sermayeya me bilind dike. Dibe ku em hêza xwe ya hemberî winda bikin.”