ENQERE - Berpirsê aboriyê yê HDP'ê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser krîza aboriya Tirkiye û diyar kir ku Tirkiye bi pereyên dijzagonî û qaçax ku çavkaniya wê nediyar e li ser piyan dimîne.
Berpirsê aboriyê yê HDP'ê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, der barê rewşa aboriya Tirkiye de nirxandînên giring kirin. Temelli, anî ziman ku krîza aborî ya Tirkiye ne tenê bi borsa û dowîzan bi sînor e û wiha got: "Îktîsat debara malbatê ye. Kar e, xwarin e. Pêdiviyên jiyanê ye. Li Tirkiye piraniya malatan di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Nikarin pêdiviyên xwe yên perwerde, tenduristî û jiyana şertên paş pêk bînin. Li Tirkiye feraseta îktîsada ku nirxên xwe yên sincî û mirovî winda kiriye heye. Betalî pir zêde ye. Li gorî daneyên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 13 ye. Li gorî lêkolînên saziyên civakî jî rêjeya betaliyê ji sedî 20 e. Li cihê ku betalî zêde be pirsgirêka aboriyê jî gelek zêde ye. Ka binerin li Tirkiye zêdeyî 3 hezar siyasetedar girtîne. Hevserokê partiya me girtî ne. Bê edaletiya siyasetê bandorê li ser bêedaletiya aboriyê jî dike."
ABORIYA PEREYÊN QAÇAX
Temellî, anî ziman ku ji ber ku li Tirkiye hilberîn û afirînerî tune hatina pereyan jî tune û ji ber vê yekê aboriya Tirkiye li ser pereyên qaçax ên çavkaniya wan nediyar pêş dikeve. Pereyên ku çavkaniya wan ne diyar û ji ku tên ne diyarbe wekî "pereyên reş" tê bi navkirin. Îktîdara siyasî krîza aboriyê bi pereyên qaçax derbas dike û vedişêre. Ji bo deynê xwe bigire û rewşa xwe baş binde xuyakirin serî li pereyên qaçax dide. Li Tirkiye behsa bi dehan 10 milyar dolar pereyên sexte tê kirin. Yek ji faktorên bandora neyînî li ser aboriye dike polîtîkayên derve ne. Êdî îtîbara polîtikayên derve nemaye. Ji ber rageşiya bi Rûsyayê tektora turîzmê têk çû. Disa sektora çandinî û çotkariyê têk çû.
ÇARESERÎ SIYASÎ YE
Temellî bal kişand ser çareseriya krîza aborî û wiha got: "Pirsgirêk ne bi riya îktisadiyê, bi riya hiqûqî û siyasî çareser dibe. Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê hiqûq û demokrasi pêş bikeve. Divê aştiya civakî pêş bikeve. Divê edalet pêş bikeve. Ger ku aştiya civakî, hiqûq, demokrasî û edalet pêş bikeve dê krîza aborî jî pêş bikeve.