Dexl û zexîre li Tirkiye têk diçe

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hesaba dexl û zexîre de tekçûna dîrokî di stokê de hat jiyîn. Midûrê Giştî yê Ofîsa Berhemên Axê Îsmaîl Kemaloglu wiha got: “Wekî Ofîsa Berhemên Axê stoka herî kêm a hesaba 2017’an a dijîn.”

Ofîsa Berhemên Axê (TMO), bi stoka herî daketî dikeve demsala hububata 2017-2018’an. Li gorî anketa Alî Ekber Yildirim a di rojnameya Dunyayê de derketiye, Midûrê Giştî yê TMO’yê Îsmaîl Kemaloglu diyar kir ku di vê demalê de li hemberî girtina 4.5 milyon ton hububatê de, tenê 3.8 milyar lîre dane hilberîneran û ev nirxandin kirin: “Me ne dizanî ku em ê 4.5 milyon ton bigirin. Lê demsala 2016-2017’an demsalek normal nebû. Piştî darbeya xayîn, girtin û îflas çêbûn. Em jî mecbûr man ku berheman bikirin. Her wiha ji ber geşedanên li Rûsyayê me 6.5 milyon ton hilberîn firot. Bi giştî tevgera 11 milyon ton hilberînê hat jiyîn. Me stoka 6-7 salan tasfiye kir. Em bi 740 hezar ton genim û bi giştî 900 hezar ton dikevin demsala nû. Wekî TMO em di hesaba 2017’an de stoka herî darketî dijîn.”