İSTANBUL - Prof. Dr. Aborînas Hayrî Kozanoglû anî ziman ku, heta li welat guherîneke siyasî çênebe, ne pêkan e ku aborî baş bibe.
Prof. Dr. Aborînas Hayrî Kozanoglû rewşa aborî ya Tirkiyeyê nirxand.
Kozanoglû diyar kir ku, niha 420 milyar dolar deynê derve yê Tirkiyeyê heye û got, wê ev rewş di serdemek dirêj a navîn de bibe sedema domandina tengasiyên cidî. Kozanoglû anî ziman ku, ji vê girîngtir jî, li Tirkiyeyê bi zêdebûna qûra dovîzî li dor 150 milyar dolarî mewdûata dovîzî heye û got, heke welatî ber bi kişandina vê herin wê krîza dovîzî girantir bibe. Kozanoglû diyar kir ku, di eniya dovîzê de aboriya Tirkiyeyê bi her awayî sinyalan dide.
‘BI XERAKIRINA DOLAR A WELATIYAN RE ABORÎ ROTAYA XWE NABÎNE'
Kozanoglû gotinên Serokomar Erdogan ên ji bo welatiyan "Di bin balîfa we de çi hebe, wer wî ji bo zêr razînin, ji bo TL razînin" nirxand û wiha rave kir:"Hin kesên dovîz di dest wan de ne, welatiyên xwedî teserûfên biçûk in. Hûn hemû dovîzên wan berhev bikin jî barek giran dernakeve holê. Heke girseyeke ku Erdogan xîtabî wan dike û dibê 'Dovîzên xwe xera kin' hebe, ew jî derdorên kar ên deng dane AKP'ê, parlementerên wê, muteahhîtên mezin in. Ji xwe di dest sektora taybet de 100 milyar dolar heye. Ev şîrket diyar in. Bila Erdogan ji van şîrketan daxwaza xerakirina dovîzan bike. Welatiyên ku bi nêvengî 400-500 dolar di bin balîfa wan de ne, bi xerakirina wan wê aboriya Tirkiyeyê rotaya xwe nebîne. Ya herî girîng ew e ku, ji hesabên dovîzî wirdetir şîrketin ji ber nikarin deynê xwe bidin bi girtinê re rû bi rû mane û bi bahaneya krîza aborî wek sala 2000'î nedayîna wan î heqdestan, dernegdayîn û bi awayekî kêm dayîna wan î heqdestan e û bandora wê ya li ser welatiyên sade ye. Ditirsim ku, di hefteyên pêş de welatiyên me yî li kuçeyê bi awayekî giran rastî vê fatûraya bên. Wê li civakê derûniya krîzê berbiçavtir xwe bide der."
‘ŞERT Û MERCÊN REJÎMA ERDOGANÎ JI HOLÊ RADIBIN'
Kozanoglû balê kişand ser daxuyaniyên TUSÎAD'ê yên der barê bidawîbûna OHAL'ê û got, TUSÎAD peyamên zelal dane. Kozanoglû anî ziman ku, ji aliyekî ve jî TUSÎAD gotinên ekonomîstan dubare kirine û ev tespît kirin:"Krîza li Tirkiyeyê ya ji aliyê aborî ve tê hîskirin, nepêkane bi tevdîrên aborî tenê bê çareserkirin. Divê li Tirkiyeyê atmosfereke demokratîktir, rêzgirtina li mafê mirovan, demokratîkbûyîneke pirjimar bê afirandin. A rast, TUSÎAD ji aliyekî ve ev piştrast kir. Çimkî Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK), Rewşa Awarte (OHAL), li Tirkiyeyê bi sepandinên îslamî laîkbûn xistiye bin piyan û bi vî awayî Tirkiye ber bi nêvengeke aloziyê ve biriye. Ev li Tirkiyeyê ji aliyê hawirdorên kar ve jî, tê wateya ku kêr gihaştiye hestî. Yanî bi awayekî siyasî şert û mercên li ser piya yên vê îktîdarê, rejîma Erdoganî her diçe ji holê radibin."
‘HETA GUHERÎNEKE SIYASÎ ÇÊNEBE, WÊ ABORÎ LI RAYA XWE RÛNENÊ'
Li gor Kozanoglû, çareseriya krîza aborî ya xwe spartiye deriyê Tirkiyeyê; bi afirandina atmosfereke demokratîk, rêzgirtina mafên mirovan û demokrasiyê, bidawîbûna OHAL'ê, li Tirkiyeyê pêkanîna cihêtiya hêza qanûndanîn, birêvebirin û darazê, pêkanîna serdestiya huqûqê û bi serxwebûniya darazê pêkan e. Lê belê, Kozanoglû yê difikire ev di "Rejîma Erdoganî" de ne pêkan in, tîne ziman ku heta li welat guherîneke siyasî pêk neyê, wê aborî li raya xwe rûnenê.