Meclîsa Efrîne buhayê genim diyar kir

EFRÎN - Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê buhaya firotina genim diyar kir. Desteya Çandiniyê jî 7 hezar torbeyên vala yên genim li cotkaran belav kir.

Li gorî nûçeya ANHA'yê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa û Osman Şêx Îsa, nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser, li hev civiyan. Di civînê de, mezanîmeya kirîna genim û belavkirina wê li ser cotkaran, her wiha koordîneya di navbera Desteyên Bazirganî, Aborî, Çandinî û Darayî de, hatin nîqaşkirin. Di nîqaşan de biryar hat girtin ku ji dîroka 10'ê hezîranê ve, kîloya genim bi 144 Lîraye Sûriyê (L.S) bê firotin. Dê xebata belavkirina genim li cotkaran ji aliyê Komîteyeke hevbeş ku ji Endamên Desteyên Bazirganî, Aborî, Çandinî û Darayî pêk tê, ve bê rêxistinkirin. Desteya Çandiniyê îro 7 hezar torbeyên vala yên genim li cotkaran belav kir. Her torbeyek bi buhayê 100 L.S hat firotin.