Kriza aborî li fêkî û sebze xist

AMED - Krîza aborî li Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Piştî krîza turîzmê û betaliyê belav bû, niha jî kriza aborî bandora xwe li ser fêkî û sebzeyan jî dike. Di meha remezanê de ji ber fêkî û sebze buha bûye firoşker û kiryar bi glî û gazincin.

Krîza aborî li Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Xizanî, betalî li Tirkiye her ku diçe zêde dibe. Dîsa gelek esnaf, pîşesaz û karsaz dikan, dezgeh û kargeriyen xwe digirin. Turist nayên Tirkiye, firatin û kirîn êdî weki bere nayekirin û ruhê zindî yê bazaran lawaz bûye. Coşa û kelecana li bazaran mirî ye. Bandora krîza aborî ruyê xwe li ser dezgehên esnafan û sebze û fêkiyan jî nîşan dide. Di meha remezanê de ji ber buhayê fêkî û sebze zêde bû êdî firoşker nikarin wekî berî malê xwe bifiroşin û serfkar û berxwir jî weki berê nikarin fêkî û sebze bikirin. Welatiyên dixwazin sebze û meywe di meha remezanê de bikirin ji ber buhayê zêde nikarin bigirin û bi glî û gazinc in.

Esnafê bazarê Veysî Boz, diyar kir ku 25 salin bazarvaniyê dike û wiha got: "Ji ber krîza aborî di meha remezanê de buhayê fêkî û sebze gelek zêde bû. Bi taybetî kîloya qerisî (gelyaz) beriya remezane bi 3-4 tl bû, niha bi 7 tl ye. Xiyar disa berî remezanê kîlo bi 1 lîra bû niha bi 3.5-4 tl ye. Ji ber buhayê sebze û fêki zêde bû em nikarin bifiroşin. Kes nikare bikire.

BUHAYÊ GOŞT ZÊDE BÛ

Di meha remezanê de krîza aborî bandora xwe li goşt ji kir. beriya meha remezane kîloya goşt 38 tl bû, niha kîloya goşt derket 40 tl. Kîloya goşt di meha remezana sala par de 28 tl bû û îsal ji ber kriza aborî 2 qat zêde bû gihişt 40 tl.

Qesabê goşt, Muhsin Ozkaya, jî diyar kir ku îsal buhayê goşt gelek zêde bûye û wiha got: "Sedema heri mezin valakirina gundan e. Ji ber gundî koçî bajaran dikin sewalkarî dimire. Ji ber şer û qedexeya gundan welatî sewalên xwe difiroşin û tên li bajaran bi cih dibin. Şerê li herêmê dibe sedema kriza aborî. Ji ber goşt buha dibe êdî kes nikare pêdiviyên xwe bistine.