Ji ber buhabûna goştê sor, mirov nikarin goştê mirişkan jî bikirin

EDENE- Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Saruhan Yagmur, dest nîşan kir ku KDV'ya goştê sor bandorê li yê spî dike û wiha got: "Heke KDV neyê rakirin, zema ku dê li goştê mirîşkan bê kirin dê li dor rêjeyeke ji sedî 60'î be." Her wiha Mehmet Ertaş ê ku mirîşkan difiroşe jî got ku, êdî mirov nikarin goştê mirîşkan jî bikirin.

Ji meha Çileyê heta niha ji sedî 40 goştê mirîşkan zêde bûye û tê diyarkirin ku dê di rojên pêş de zêdetir bibe. Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Saruhan Yagmur, dest nîşan kir ku ji meha Çileyê heta niha goştê spî ji sedî 40 zem xwariye. Yagmur, got ku niha kîloya goştê mirîşkan bi 8 lîreyî ye.

'DIBE KU ZEM XWE BIGIHÎNE RÊJEYEKE JI SEDÎ 60'AN'

Yagmur, anî ziman ku dê ev zêdebûn di mehên havînê de zêdetir bibe. Yagmur, diyar kir ku dibe ku ev rêje xwe bigihîne rêjeyeke ji sedî 60'an û wiha got: "Mehên havînê tên, demsala manqelê dest pê kir. Dê rexbeta ji bo goşt, buhayan jî zêde bike. Dema goştê sor tê zemkirin her kes bertekê nîşan dide. Lê belê, niha rêjeya zema goştê mirîşkan li dor ji sedî 40'î ye, lê deng ji kesî dernakeve. Dê di mehên havînê de zem zêdetir bibin."

'DIVÊ KDV'YA GOŞT BÊ RAKIRIN'

Yagmur, dest nîşan kir ku heke KDV'ya goştê sor bê rakirin, wê demê ew jî dikarin daxistineke bi qasî lîreyekê bikin. Yagmur, da zanîn ku buhayê goştê sor bandorê li yê mirşîkan jî dike. Yagmur, dest nîşan kir ku divê KDV bê rakirin, heke KDV'ya goştê sor bê daxistin dê goştê mirîşkan jî erzan bibe û wiha axivî: "Heke KDV û buha bên daxistin, dê bandoreke erênî hem li mezêxer hem jî li me bike. Ji bo her kes bi rihetî karibe goşt bixwe divê demildest KDV bê daxistin."

Yagmur wiha domand: "Xweyîkerên heywanan buhayên goşt zêde dikin. Tiliya Yekîtiya Goştê Sor jî di nav de heye. Ev yekîtî goşt dide Saziya Goşt û Şîr. Tê îdiakirin ku Saziya Goşt û Şîr ji dêvla ku van goştan li piyaseyê belav bike, dide fîrmayên mezin. Em dixwazin Wezareta Çandinî û Sewalnvaniyê ji bo vê çi hewce be demildest bike. Em dixwazin KDV bê rakirin."

'ÊDÎ MIROV NIKARIN GOŞTÊ MIRÎŞKAN JÎ BIKIRIN'

Mehmet Ertaş ê ku 3 sal in karê mirîşkan dike jî, dest nîşan kir ku bi hatina havîn û meha Remezanê re buhayê goştê mirîşkan zêde bûye. Ertaş, da zanîn ku sedema ku her roj goştê mirîşkan zêde dibe ew e ku demsala menqelê dest pê kiriye û buhabûna goştê sor e. Ertaş, got ku bi vê zêdebûnê re piyase rawestiyane.

Ertaş, anî ziman ku êdî mirov nikarin goşt mirîşkan jî bikirin.